Serbazên artêşa El- Gobanê daxuyaniya Ondimba qedexe kirin

Serbazên artêşa El- Gabonê bi ser  navenda radioya El- Weteniyê de girtin û daxuyaniya Serokkomar Alî Bongo Ondimba El- Gabonê ya ji bo sala nû qedexe kirin.

Serbazên artêşa El- Gobanê daxuyaniya Ondimba qedexe kirin
7 ÇILE, 2019   09:19

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Reutersê, duh êvarî serbazên dewleta El-Gabon gotina Serokkomarê dewletê Alî Bongo Ondimba ya di derbarê sersalê de qedexe kir, ev jî nîşaneya hewldana derbeyek leşkerî û girtina navenda radio ya El-Weteniyê  bû. 

Firans Press; got ku serbazên artêşa El- Gabonî di nava gulebaran li peytext Lîbirfîlê de, avakirina “Meclîsa Çaksaziya (restorasyon) ya Niştimanî” ragihandin.

Serokê Amerîka Donald Trump jî ragihand ji bo ku ew ditirsin li El- Gabonê di hilbijartina Komara El- Kongro ya demokratîk de bûyerên tundiyê derbikevin, lewra jî wan hêzên xwe şandine El- Gabonê.