Rastiya bajarê Serêkaniyê îdiayên Tirkiyê derew derdixe

Dewleta dagirker û hin malperên ragihandinê yên girêdayî wê, îdiayan li ser bajarê Serêkaniyê belav dikin, lê rastiya bajêr û gelê wê barovajî tiştê ku tê belavkirin, rastiya van gotegotan eşkere dike.

Rastiya bajarê Serêkaniyê îdiayên Tirkiyê derew derdixe
Rastiya bajarê Serêkaniyê îdiayên Tirkiyê derew derdixe
Rastiya bajarê Serêkaniyê îdiayên Tirkiyê derew derdixe
Rastiya bajarê Serêkaniyê îdiayên Tirkiyê derew derdixe
Rastiya bajarê Serêkaniyê îdiayên Tirkiyê derew derdixe
Rastiya bajarê Serêkaniyê îdiayên Tirkiyê derew derdixe
Rastiya bajarê Serêkaniyê îdiayên Tirkiyê derew derdixe
7 ÇILE, 2019   10:26

HESEKÊ

Ji destpêka aloziya Sûriyê sala 2011`an ve dewleta Tirk bi hemû awayî herêmên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedef digire û yek ji van herêman ku Tirkiyê dide ber xwe, bajarê Serêkaniyê ye.

Dewleta Tirk bi rêya çeteyên El-Nusra û komên çete di sala 2012`an de di deriyê Ceylanpinarê yê bajarê Serêkaniyê re dagir kir.

Lê di 7`ê Tîrmeha 2013`an de piştî çend mehan şerê bi çeteyên Cebhe El-Nusra, bajar ji çeteyan hate paqijkirin û saziyên girêdayî Rêveberiya Xweser dest bi kar kir ku cihên hatin rûxandin, rast bikin.

Piştî ku komên çete ku bi Cebhe El-Nusra dihatin naskirin, li ser destê YPG`ê û YPJ`ê têk çûn, dewleta dagirker bi kiryarên xwe li hember gelê Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê nesekinî û bi awayekî dubare herêmên ku sivîl lêbûn, hundirê bajarê Serêkaniyê bi çekên giran bombebaran kir û di encamê de gelek sivîl hatin kuştin û nehişt cotkar nêzî zeviyên xwe bibin.

Her dem dewleta Tirk ku QSD û YPG wek xetereya li ser ewlehiya neteweyî ya Tirkiyê bi nav dike, hincetan derdixe. Ev yek jî ji bo ku şeriyeta êrîşên xwe û dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêke. Tevî ku QSD û YPG`ê yek gule li hember xaka Sûriyê neavêtine.

Tirkiyê ku aloziyek mezin a hundirîn dijî, bi rêya serokê xwe ji 13`ê Kanûna 2018`an ve şerê li ser QSD`ê ragihand ku ew ê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike lê heta niha pêkanînên Tirkiyê vala derdikevin, lê Tirkiyê û hin malperên ragihandinê yên erebî nêzî AKP`ê gotegot û derewên dûrî rastiyê diweşînin.

Hin malperên ragihandinê yên erebî yên girêdayî hikumeta Erdogan bibîr xisitbû ku piştî Tirkiyê,  li herêmên nêzî sînor koçberî çêdibe.

Di serdana nûçegihanên me li bajarê Serêkaniyê, rewşa bajar, ji tevgera sûkan û gera gel di bajêr de îdiyên Tirkiyê derew derdixin.

Nûçegihanên me tevgera mezin a gel li bajêr û berdewama jiyanê, çavdêrî kir. Nûçegîhanên me gelek kesên ku karê lêkirinê dikin û her wiha saziyên sivîl, nerînên wan girtin.

Idrîs Behrî yek ji şêniyê bajarê Serêkaniyê diyar kir ku tu guhertin di bajarê Serêkaniyê de çênebûye û wiha pê de çû: "Kes ji bajêr koçber nebûye, bi gefên Erdogan an jî êrîşên muhtemel, gelê Serêkaniyê axa xwe ji dagirkeran re nahêle."

Behrî teqez kir ku ji ber ku bajar bi aştî û biratiya di nava pêkhatiyên wê de dijî, dewleta Tirk hewl dide Serêkaniyê hedef bigire.

Mehmûd Bîrî yek ji bazirganên dikanên Serêkaniyê, destnîşan kir ku tevgereke mezin di sûkê de heye û tu guhertin çênebûye. Bîrî wiha got: "Zehmet e mirov dikanek an jî maleke kirêkirinê li bajarê Serêkaniyê bibîne, çawa hin kes dibêjin di bajêr de kes tune ye, tersî îdia û gotegotan, bajar hîna tê lêkirin û wekî tê xuyakirin gel berê xwe didin sûkan û jiyana normal dewam dike."

Her wiha Mehmûd Bîrî destnîşan kir ku pêdiviyên ku tîne, wekî berê tên firotin û tu guhertin di kirîn û firotinê de ferq çênebûye û gotegotên tên kirin, derew in.

(jo)

ANHA