Xebatên Komîteya Jinûveavakirinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê

Komîteya Jinûveavakirinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê vegerandina kehrebayê, sererastkirina rêyan û berdewamkirina xebatên rakirina bermahiyên şer xiste nav plansaziya xwe ya 2019'an.

Xebatên Komîteya Jinûveavakirinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê
7 ÇILE, 2019   07:11

EMÎNE EL-ELÎ / REQA

Komîteya Jinûveavakirinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê xebatên paqijkirina kolan û taxên bajêr ji bermahiyên şer didomîne. Komîte di sererastkirina piran û rêyan de sûd ji wan bermahiyan digire.

Di sala nû de komîte hewl dide xebatên xizmetguzariyê yên sereke mîna kehrebeyê ji şêniyan re peyda bike.

Girêdayî mijarê hevserokê Komîteya Jinûveavakirinê yê Meclisa Sivîl a Reqayê Ebid El-Eryan tekez kir ku komîteyê bê navber ji destpêka rizgarkirina bajêr ve xebatên xwe didomîne. El-Eryan destnîşan kir ku ew xebatên paqijkirina rêyan ji bermahiyan didomînin û di sererastkirina rêyan û pireyan de sûd ji wan bermahiyan digirin. El-Eryan da zanîn ku heta niha di pêngava yekemîn de milyonek ton bermahiyên şer ji kolanan û taxên bajêr rakirine. Niha jî dest bi pêngava duyemîn dikin û bermahiyên malan radikin.

Li gorî El-Eryan, komîteyê xebatên sererastkirina rêyan û têketinên gundewarên nêzî bajêr ên ku ji ber barîna baranê di van demên dawîn de zirar dîtine, meşandine.

Girêdayî kehrebeyê El-Eryan destnîşan kir ku xebatên vegerandina kehrebeyê ji bajêr û gundewaran re berdewam in û tekez kir ku di vê salê de herêma El-Mişleb û Seyf El-Dewle dê ronî bibin.

Komîteyên şaxî bê navber dixebitin

Tîma Destwerdana Destpêkê girêdayî Komîteya Jinûveavakirinê ye. Ji tîmê gelek tîm girêdayî wê ne. Tîm ev in: Tîma Rakirina Cenazeyan, Tîma Destwerdana Lezgîn, Tîma Agirkujiyê û Tîma Noqînê.

Tîma Destwerdana Lezgîn di 9'ê Çileya borî de dest bi kar kiriye. Tîmê karê xwe dabeşî gelek tîman kir û her tîmek li gorî erkên xwe dest bi kar kir.

Tîma Rakirina Cenazeyan tîma herî çalak e. Tîmê 3 hezar û 330 cenaze ji herêmên cuda li Reqayê rakirine. Her wiha tîmê heta niha 7 gorên komî li deverên cuda yên bajêr vedîtin. Niha tîm xebatên xwe li gorî ku li herêma El-Panorama vedîtine, dimeşîne û tê payîn ku di dawiya vê hefteyê de xebatên xwe bi dawî bike.

Her wiha tê payîn ku Tîma Rakirina Cenazeyan xebatên xwe li herêma El-Fexîxa ku derdora hezar cenaze lê hene, bimeşîne. Li gorî agahiyan di nav wan cenazeyan de cenazeyên her du rojnamevanên biyanî ku li ser destê çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin, hene.

(şx)

ANHA