Fermandar Hemo: Em moralê xwe ji gel digirin

Yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Babê Hemo Ebdulrezaq der barê êrîşên dewleta Tirk a  dagirker ên li ser gundên Kor Hiyûk û Bûxazê yên rojhilatê Babê de, agahî da û diyar kir ku ew mafê xwe yê parastina rewa dikin û wiha got: “Gelê herêmê dibêje ew dê li hember her êrîşeke çeteyan li cem şervanên me rawestin. Em morala xwe ji gel digirin.”

Fermandar Hemo: Em moralê xwe ji gel digirin
Fermandar Hemo: Em moralê xwe ji gel digirin
Fermandar Hemo: Em moralê xwe ji gel digirin
Fermandar Hemo: Em moralê xwe ji gel digirin
Fermandar Hemo: Em moralê xwe ji gel digirin
7 ÇILE, 2019   06:50

ŞÎLAN MIHEMED / MINBIC

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker êrîşî gundên Kor Hiyûk û Bûxazê yên rojhilatê Babê kir, duh bi şev di navbera Meclisa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên Tirkiyê de li her du gundan şer derket.

Girêdayî bûyerê yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Babê Hemo Ebdulrezaq ji ajansa me re axivî û ragihand ku ev demek e çeteyên dewleta Tirk a dagirker şervanên wan aciz dikin û wiha got: “Duh bi şev dîsan çeteyan şervanên me kirin hedef. Duh êvarê jî çeteyan hêzên me yên li gundên Kor Hiyûk û Bûxazê yên dikevin rojhilatê bajarê Babê, kirin hedef."

Hemo destnîşan kir ku çeteyan bi çekên giran mîna doçka êrîşî wan kir û wiha axivî: “Me êrîşî tu kesî nekiriye û em di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva êrîşan didin.”

Fermendarê qadê yê Meclisa Leşkerî ya Babê Hemo Ebdulrezaq di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew morala xwe ji gel digirin û gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “Şêniyên herêmê dibêjin eger ji wan were xwestin dê çek rakin û li rex me şer bikin. Em ê vî gelî biparêzin û li hember her êrîşekê li rex wan bisekinin.”

(şx)

ANHA