Rêxistinên jinan ên Qamişlo çalakî dewr girtin

Çalakiya konvedanê ya Serêkaniyê li hemberî gefên Tirkiyê di roja 19‘an de ye. Rêxistinên jinan ên kantona Qamişlo çalakî dewr girtin û teqez kirin ku ew rê nadin Tirkiyê ku herêmên wan dagir bike û dê heya dawiyê xaka xwe biparêzin.

Rêxistinên jinan ên Qamişlo çalakî dewr girtin
Rêxistinên jinan ên Qamişlo çalakî dewr girtin
Rêxistinên jinan ên Qamişlo çalakî dewr girtin
Rêxistinên jinan ên Qamişlo çalakî dewr girtin
Rêxistinên jinan ên Qamişlo çalakî dewr girtin
6 ÇILE, 2019   15:59

HESEKÊ

Çalakiya konvedanê ya şêniyên Serêkaniyê li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê di roja 19‘an de berdewam e. Çalakî bi armanca şeremzarkirina gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye lidarxistin. Şandeyên rêxistinên jinan wekî Buroya MSD û Kongreya Star ên kantona Qamişlo çalakî dewr girtin.

Endama Rêveber a Buroya Jin a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Emel Şemdîn , Endama Komîteya Perwedeya Civaka Demokratîk a Kantona Qamişlo Zêrîn Mihemed , endamê Rêveber ê Meclisa Enteriyê ya Qamişlo Yûsif  Şerîf  û Rêveberê Meclisa taxa Asuriyan Endnan Hisên axivî.

Di axaftinan de hate gotin ku pergala dewleta Tirk xeteriyek li ser herêmê ye û hate bi bîrxistin ku Tirkiyê aliyê sereke  ye ku destek da terorê û derbasî Sûriyê kirin.

Her wiha hate gotin ku destwerdana derve di karûbarên Sûriyê de alozî girantir kir û hewldanên çareseriya aştiyane asteng dike.

Axaftvanan gefên Erdogan ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê  şermezar kirin û gotin dewleta Tirk projeya neteweya demokratîk li herêmê wekî xeteriyekê li ser planên xwe yên Kapîtalîzm dibîne, lew re ji beriya çend salan ve gefên êrîşan dixwe.

Kesên axivî teqez kirin ku ew dagirkeriyê Tirkiyê qebûl nakin û rê nadin ku Tirkiyê Tirkiye fîtneyê di navbera gelên herêmê de derxîne û soza şopandina rêya şehîdan û parastina destkeftiyan hate dayîn.

(dh)

ANHA