Gelê Til Temirê cenazeyê 3 lehengên xwe spartin axê

Bi merasîmekê girseyî cenazeyên 3 şervanên "Şerê Tinekirina Terorê" li goristana şehîdan a navçeya Til Temirê hatin veşartin.

Gelê Til Temirê cenazeyê 3 lehengên xwe spartin axê
Gelê Til Temirê cenazeyê 3 lehengên xwe spartin axê
Gelê Til Temirê cenazeyê 3 lehengên xwe spartin axê
Gelê Til Temirê cenazeyê 3 lehengên xwe spartin axê
Gelê Til Temirê cenazeyê 3 lehengên xwe spartin axê
Gelê Til Temirê cenazeyê 3 lehengên xwe spartin axê
Gelê Til Temirê cenazeyê 3 lehengên xwe spartin axê
6 ÇILE, 2019   15:31

HESEKÊ

Girseya gel cenazeyên her sê şervanên QSD'ê Mûsa Ebdulezîz bi nasnav Kawa, Macid Mihemed bi nasnav Tolhildan û Ibrahîm Ebdulezîz binasnav Agirî yên ku di 'Şerê Tinekirina Terorê' de şehîd bûbûn, ji ber Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê wergirtin û bi kerwanekî wesayîtan ber bi goristana şehîdan a Til Temirê ve ketin rê.

Li goristanê merasîmek bi deqeya rêzgirtin û turana leşkerî ji hêla şervanên YPG û YPJ'ê ve destpê kir. Piştre bi navê hêzên leşkerî fermandarê YPG'ê Ziyad Kurdî û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê Dijwar Ehmed axivîn.

Axaftvanan sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û teqez kirin ku bi saya fedekariya şehîdan gelên herêmê di nav aramiyê de ne û gelek destkeftî bi dest xistin.

Di axaftinan de bal hate kişandin ku destwerdana Tirkiyê tevahiya pêkhateyên herêmê û destkeftiyên ku bi saya xwîna şehîdan bi dest xistine dike hedef.

Axaftivanan anîn ziman ku Tirkiyê hewl dide projeya demokratîk a herêmê têk bibe û berhemên wê talan bikin.

Axaftvanan bang li tevahiya pêkhateyên herêmê kirin li hemberî dagirkeriya Tirkiyê ku hewl dide serdema Osmaniyê vegerîne, bisekinin û yekîtiya xwe ava bikin.

Paşê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Diyana Hisên nasnameyê şehîdan xwend û radestî malbatên wan kir. Girseya gel cenazeyên her sê şehîdan di nav tilîliyên dayikan û berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re spartin axê.

(şx)

ANHA