Şehîdên 'Şerê Tinekirina Terorê' li Reqayê hatin oxirkirin

Cenazeyê şervanên QSD'ê Fewaz El-Hewaş û Xelef El-Mihêmîd ku di Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bibûn bi merasîmekê li goristana şehîdan a gundê Hikûmiyê hatin veşartin.

Şehîdên 'Şerê Tinekirina Terorê' li Reqayê hatin oxirkirin
Şehîdên 'Şerê Tinekirina Terorê' li Reqayê hatin oxirkirin
Şehîdên 'Şerê Tinekirina Terorê' li Reqayê hatin oxirkirin
Şehîdên 'Şerê Tinekirina Terorê' li Reqayê hatin oxirkirin
Şehîdên 'Şerê Tinekirina Terorê' li Reqayê hatin oxirkirin
Şehîdên 'Şerê Tinekirina Terorê' li Reqayê hatin oxirkirin
Şehîdên 'Şerê Tinekirina Terorê' li Reqayê hatin oxirkirin
Şehîdên 'Şerê Tinekirina Terorê' li Reqayê hatin oxirkirin
Şehîdên 'Şerê Tinekirina Terorê' li Reqayê hatin oxirkirin
6 ÇILE, 2019   16:17

REQA

Şêniyên bajarê Reqayê û gundewarê wê cenazeyê şehîdên QSD'ê Fewaz El-Hewaş (Zêbeq)û Xelef El-Mihêmîd (Ebû  El-Nisir) ku di 'Şerê Tinekirina Terorê' de şehîd bibûn li ber çarxerêya Firûsiyê wergirtin û ber bi Goristana Şehîdan a Reqayê ya gundê El- Hikumiyê ketin rê.

Bi dehan şêniyên gundên Hezîma, El-Ebara û El-Hikumiyê li benda kerwanan şehîdan bûn. Piştre hevalên her du şehîdan, cenazeyên şehîdan e hilgirtin ser milên xwe û danîn ser dika goristanê.

Merasîm bi deqeya rêzgiretin û tûrana leşkerî ji hêla şervanên QSD'ê ve destpê kir.

Paşê bi navê QSD'ê fermendar Umer Reqa axivî û destnîşan kir ku li gel gefên Tirkiyê herêm di şert û mercên dijwar re derbas dibe û wiha got: "Em ji wan re dibêjin her çendî em rastî êrîşan werin, em şehîdan didin û em ê bidin. Li hember hemû komployên li dijî gelê me em ê bisekinin."

Di dawiya axaftina xwe de Umer Reqa soza parastina destkeftiyên ku bi saya xwîna şehîdan hatine bidestxistin da.

Her wiha bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan endamê rêveber Ebûd El-Salih axivî û sersaxî ji dayikên şehîdan re xwest. El-Salih destnîşan kir ku her çiqas şehîdan bidin dê paşde gav nevêjin û saziyên ku bi saya şehîdan hatine vekirin dê biparêzin. El-Salih soza şopandina rêya şehîdan ta serkeftinê da.

Piştre nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Di dawiya merasîmê de hevalên şehîdan, cenazeyên her du hevalên xwe di nav tlîliyên dayikan de li goristanê veşartin.

(şx)

ANHA