Li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê erd hejiya

Li navçeya bajarê Kirmanşah Gêlan a Rojhilatê Kurdistanê erdhejek bi pileya 5,9 çêbû. Erdhej li Başûrê Kurdistan û Iraqê jî hat hîskirin.

Li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê erd hejiya
6 ÇILE, 2019   15:17

NAVENDA NÛÇEYAN

Li navçeya Kirmanşah Gêlan ya Rojhilatê Kurdistanê erdhejek bi pileya 5,9 çêbû. Erdhej li Başûrê Kurdistanê û hinek navçeyên Iraqê jî hat hîskirin.  Li gorî agahiyan erdhej di saet 16:43’an de pêkhatiye.

Nayê zanîn bêka di erdhejê de ziyanek çêbûye yan na.