Şêniyên Serêkaniyê şehîd Dilşêr oxir kir

Bi tevlêbûna bi sedan şêniyên Serêkaniyê, cenazeyê şehîd Dilşêr ê şervanê QSD‘ê ku di pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tunekirina Terorê de şehîd bûbû, hate oxirkirin.

Şêniyên Serêkaniyê şehîd Dilşêr oxir kir
Şêniyên Serêkaniyê şehîd Dilşêr oxir kir
Şêniyên Serêkaniyê şehîd Dilşêr oxir kir
Şêniyên Serêkaniyê şehîd Dilşêr oxir kir
Şêniyên Serêkaniyê şehîd Dilşêr oxir kir
6 ÇILE, 2019   13:52

HESEKÊ

Girseya gel cenazeyê şehîd  Loey Salih (Dilşêr) ji ber Nexweşxaneya Roj a Serêkaniyê bi kerwanekî erebeyan hilda û ber bi Goristana Şehîdan a Serêkaniyê ve bi rê ketin.

Li goristanê ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyekê rêz hate girtin. Paşê bi navê Desteya Malbatên Şehîdan Welîda Botî û ji Fermandariya QSD‘ê Cisûr Amûdê axivîn.

Li ser navê Desteya Malbatên Şehîdan Welîda Botî wiha got: “Deskeftiyên ku me bi dest xistine, bi saya xwîna şehîdên me ne.”

Welîda diyar kir ku Serêkaniyê bi mozaîka biratiya gelan û hevgirtina hemû pêkhateyên ku li ser xaka Serêkaniyê dijîn, her tim dibe armanca dewleta Tirk, lê belê gelên herême bi yekdengî van êrîşan û dagirkeriyê qebûl nakin.

Li sernavê Fermandariya QSD`ê Cisûr Amûdê jî wiha axivî: “Eger em li hember projeyên Erdogan ên zindîkirina desthilatdariya Osmanî û dagirkirina xaka Sûriyê nesekinin, dîrok me efû nake. Bi saya QSD'ê em ê hemû planên Erdogan têk bibin. Em zoz didin şehîdên xwe ku em rêya wan bişopînin heta em digihîjin armanca wan.”

Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê hate xwendin û radastî malbatê hate kirin. Cenazeyê şehîd ji aliyê hevalên wî ve hate oxirkirin.

ANHA