El-Nusra bi fermana Tirkiyê bi pêş de diçe

Mezintirîn herêmên Helebê bi îtifaqan ketin bin kontrola El-Nusra (Heyet Tehrîr El-Şam) û rêjîmê jî ji nişka ve hêzên xwe ber bi cihên şer ve birin.

El-Nusra bi fermana Tirkiyê bi pêş de diçe
6 ÇILE, 2019   13:23

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku di navbera çeteyên El-Nusra (Heyet Tehrîr El-Şam) û komên çete yên li bajarê El-Eterêb de îtifaq pêk hatin. Di encama îtifaqê de mezintirîn bajarên girêdayî parêzgeha Helebê ketin di bin kontrola El-Nusrayê.

Di îtifaqê de hate ragihandin ku çeteyên Fesîl Siwar El-Şam û Beyariq El-Îslamî ji holê bên rakirin û bajarê Eterêb di aliyê ewlehî û leşkerî de bikeve bin kontrola El-Nusrayê. Di aliyê rêvebirin û xizmetguzariyê de jî bikeve kontrola çeteyên Hikumeta El-Înqaz. Di heman demê de dive nehêlin endam û fermandarên çeteyên Mertalê Firatê di bajarê Eterêb de bimînin.

Li aliyekî din jî ajansa Sana ya girêdayî rêjîma Sûriyê wiha got: “Çeteyên terorîst ên girêdayî Tirkiyê ku di bin navê Mertalê Firatê de perspektîfan ji Tirkiyê werdigirin, li gundên rojavayê Heleb û başûrê Idlibê, nakevin nava şerê di navbera El-Nusra û rêxistinên din ên terorê de.”

Hêzên rejîmê ber bi Hema û Idlibê ve diçin

Hêzên rejîma Sûriyê jî ji nişka ve bi hemû hêz û cebilxaneyên xwe ber bi eniyên gundên bakurê Hema û başûrê Idlibê ve ketin rê.

Ajansa Spûtnik ji çavkaniyên leşkerî ragihand ku hêzên artêşa Sûriyê bi hemû çek û  cebilxaneyan berê xwe da gundên girêdayî Hema û Idlibê. Her wiha rejîmê hin yekîneyên leşkerî jî ji herêma başûrê Sûriyê ber bi Bakurê Sûriyê ve şandin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê binpêkirinên li ‘herêmên bêçek’ ên hevpeymana Rûsya-Tirkiyê çavdêrî kir. Li gorî vê, hêzên rejîmê herêmên gundê El-Zeket, derdora Elatamîne, gundê Lahaya û her wiha zeviyên li derdora bajarokê Morik bombebaran kirin.

Her wiha li derdora Cemiya El-Zehra û derdora rojavayê bajarê Helebê, di navbera rejîm û çeteyan de şer çêbûn.

(jo)