Bolton: Heta îtifaqa parastina Kurdan çênebe, Amerîka ji Sûriyê dernakeve

Şêwirmendê ewlehiya niştîmanî yê DYA’yê John Bolton teqez kir ku Donald Trump gotiye heta ku ew negihîjin îtifaqa parastina Kurdan, vekişandina Amerîkayê ji Sûriyê çênabe.

Bolton: Heta îtifaqa parastina Kurdan çênebe, Amerîka ji Sûriyê dernakeve
6 ÇILE, 2019   13:07

NAVENDA NÛÇEYAN

Şêwirmendê ewlehiya niştîmanî yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) John Bolton daxuyaniyek da rojnamevanan û tê de diyar kir ku serokê Amerîkayê Donald Trump dixwaze DAIŞ`ê hilweşîne. Bolton teqez kir ku Trump gotiye heta ku ew negihîjin îtifaqa parastina Kurdan, vekişandina Amerîkayê ji Sûriyê çênabe.

Bolton ragihand ku Washington naxwaze tevgereke leşkerî ya Tirkiyê di Sûriyê de pêk bê û wiha got: “Di serdana bê de em ê biryara vekişandina ji Sûriyê bi Îsraîl û Tirkiyê re nîqaş bikin.”

John Bolton wiha lê zêde kir: “Amerîka dê ji Sûriyê vekişe, lê di vekişandinê de dê hêzên xwe biparêze.”

Şêwirmendê ewlehiya niştîmanî yê DYA’yê John Bolton roja şemiyê gihaşt Îsraîlê û dê di serdana xwe de serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyaho bibîne û paşê serdana Tirkiyê bike.

(jo)