‘Şehîd Emar rastî di biratiya gelan de dît’

Bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîsê sersaxî ji malbata şehîd Emar Mihemed Xencer (Zana) re xwest ku di Şerê Tunekirina Terorê de şehîd bûbû û hate diyarkirin ku şehîd Emar her tim ji bo rastiyê lêkolîn dikirin û rastî di biratiya gelan de dît.

‘Şehîd Emar rastî di biratiya gelan de dît’
‘Şehîd Emar rastî di biratiya gelan de dît’
‘Şehîd Emar rastî di biratiya gelan de dît’
‘Şehîd Emar rastî di biratiya gelan de dît’
‘Şehîd Emar rastî di biratiya gelan de dît’
‘Şehîd Emar rastî di biratiya gelan de dît’
‘Şehîd Emar rastî di biratiya gelan de dît’
6 ÇILE, 2019   13:36

QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîsê, şervanên QSD`ê, endamên Hêzên Ewlehiya Hundirîn berê xwe da konê sersaxiyê yê Emar Mihemed Xencer (Zana) ku 29`ê Kanûna 2018`an de di pêngava dawîn a hemleya Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê de li Dêrazorê şehîd bûbû û sersaxî ji malbata wî re xwest.

Konê sersaxiyê li gundê El-Zîbe yê girêdayî bajarokê Ekaz ê Til Hemîsê hate vedan. Konê sersaxiyê bi wêneyên şehîdên QSD`ê hate xemilandin.

Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê ji fermandarên QSD`ê El-Hac Ehmed El-Gîrat axivî û sersaxî ji malbata şehîd Emar re xwest. El-Gîrat destnîşan kir ku şehîd Emar her tim ji bo rastiyê lêkolîn dikir û rastî di yekitiya gelan de dît.

Hevserokê meclisa bajarokê Ekaz Ehme El-Şetî jî axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. El-Şetî destnîşan kir ku ji bo aramî û ewlehiya herêmê şehîdan canê xwe feda kir.

Her wiha endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Hemîsê Mihemed Xilêwî û bavê şehîd Xeyis axivîn. Di axaftinan sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin û hate destnîşankirin ku yên bi ser ketine, şehîd in. Her wiha hate destnîşankirin ku ne gefên Erdogan û ne jî vekişandina hêzên koalîsyonê li pêşiya têkoşîna wan nabin asteng, ji ber ku wan soza şopandina şehîdan daye û dê heta dawiyê li ber xwe bidin.

Paşê wesîqeta şehadetê hate xwendin û radestî malbata şehîd Emar hate kirin. Merasîma sersaxiyê bi dirûşmên “Şehîd namirin” bi dawî bû.

(bx)

ANHA