Li Xezayê gulebaran û binçavkirin

Di pêngava ewelehiya berfireh a ku artêşa Îsraîlê daye destpêkirin de 10 filistînî hatin binçavkirin. Her wiha çavkaniyên Îsraîlê diyar kir ku duh li cihên cuda di saetên dereng ên şevê de 2 çalakiyên gulebaranê çêbûn û di encamê de îsraîliyek birîndar bû.

Li Xezayê gulebaran û binçavkirin
6 ÇILE, 2019   12:47

XEZA

Artêşa Îsraîlê li Difa El-Xerbiyê di saetên sibê de hemleya serdegirtina malan da destpêkirin. Di vê çarçoveyê de çavkaniyên Filistînê ragihand ku artêşa Îsraîlê 10 kes bi hinceta “tawanbar in” binçav kirine.

Hat diyarkirin ku artêşa Îsraîlê rojane filistîniyan binçav dike û ev yek bi şiklekî eletexmîn tê kirin.

Li ser mijarê çavkaniyên Îsraîlê diyar kir ku duh di saetên dereng ên şevê de 2 çalakiyên gulebaranê pêk hatin û di encamê de kesekî îsraîlî birîndar bû.

Çavkaniyan destnîşan kir ku gulebarana yekemîn li bajarokê Beyt Fecar ê li bakurê bajarê Beyt Lehîm ku kampa "Mecdal Ewz" hedef girt. Ya duyemîn jî erebeyeke Îsraîlê li nêzî Beyt Îyel a rojhilatê Ramelah hedef girt û di encamê de ajokar birîndar bû.

Ji ber van her du çalakiyan artêşa Îsraîlê hemleyeke binçavkirinê da destpêkirin û heta niha jî kesên ku gulebaran pêk anîn, nehatine girtin.

(ekîb)

ANHA