El-Nusra li başûrê Efrînê belav dibe

Çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (El-Nusra) hemû gundên rojavayê Helebê û gir û kaşên li derdora başûrê kantona Efrînê kontrol kirin, her wiha çeteyên El-Nusra piştî îtifaqa di navbera çeteyên Cebhe El-Wetaniyê de bajarokê El-Etarêb jî kontrol kir.

El-Nusra li başûrê Efrînê belav dibe
6 ÇILE, 2019   12:18

EFRÎN

Ev hefteyek e di navbera Heleb, Idlib û bajarê Efrînê de şer di navbera komên çete de rû didin. Çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê, piştî ku wek rêxistineke terorîst hate naskirin navê xwe kir Heyet Tehrîr El-Şam) piştî ku erêkirin ji dagirkeriya Tirkiyê hate standin, li herêmê belav bibe.

Tevî ku wek rêxistineke terorîst hatiye diyarkirin û ragihandina hin aliyên navneteweyî di nav de Tirkiye ku terora li Sûriyê tune bikin, lê rê li ber El-Nusrayê vekirin ku li gundên rojavayê Helebê û Idlibê belav bibin û gelek gundên kantona Efrînê kontrol kirin.

Di 4 rojan de çeteyên Nûredîn El-Zinkî tune kirin

Ji ber ku çeteyên Nûredîn El-Zinkî 5 çeteyên Tehrîr El-Şam kuştin, El-Nusra ji roja sêşema borî ve şer û alozî di navbera çeteyên El-Nusra û çeteyên Nûredîn El-Zinkî de dest pê kirin. 

Li gundên rojavayê Helebê şer di navbera her du aliyan de zêde bû û bi dehan kes ji her du aliyan hatin kuştin. Di 4 rojan de El-Nusra çeteyên Nûredîn El-Zinkî tune kirin û gelek cihên di destê çeteyên Nûredîn El-Zinkî de kontrol kirin.

Her wiha çeteyên El-Nusra 20 gund li rojavayê Helebê (Encarê, Mesker El-Şêx Silêman, Darê Ezê, Qintan El-Cibil, Hor, Besirton, El-Mensûra, Qeylûn, Babîs, Mearê, El-Ertîq, Ereb Fetûm û Hotê) kontrol kirin û  her wiha hewl da êrîşî bajarê El-Eterêb bike.

Piştî lihevkirinan El-Nusra, El-Eterêb kontrol kir

Li gorî agahiyan, çeteyên Cebhet El-Nusra bajarokê El-Etarêb ê rojavayê Helebê kontrol kir, bêyî ku tu şer di navbera her du aliyan de derkeve. Ev yek jî di encama îtifaqa di navbera El-Nusra û Cebhe El-Wetaniyê de pêk hat.

Çeteyên Cebhe El-Wetaniyê ber bi gundên di bin kontrola El-Nusra li başûrê Idlibê de çûn û gundê Tilmins ê rojhilatê Mera El-Niman kontrol kir û bi dehan kes di şer de hatin kuştin.

Şerê çeteyan li Efrînê zêde dibe, El-Nusra lê belav dibe

Çavkaniyên herêmî ji bajarê Efrînê diyar kir ku şer di navbera çeteyên Firqet El-Hemzat, çeteyên koma Ebdullah Helawê û Ebo Cabir li gundê Basûtê li navçeya Şêrewa zêde bû. Çeteyên El-Nusra Kela Siman a li ser navçeya Şêrewa li gundê Basûtê bombebaran kir û ji her du aliyan gelek kuştî çêbûn.

Li aliyekî din jî çeteyên El-Nusra hemû gundê rojavayê Helebê kontrol kirin. Her wiha girên li derdora başûrê kantona Efrînê û gelek gundên navçeya Cindirêsê kontrol kirin.

Çavkaniyên bêbawer da zanîn ku çeteyên Cebhet El-Nusra hewl didin êrîşî bajarokê Cilmê ya navçeya Cindirêsê bike. Ji duh ve çete bajarok bombebaran dikin, rewşa sivîlên di bajarok de ber bi aloziyê ve diçe.

Her wiha çeteyên El-Nusra gundên Dîwa û Dêr Belût ên navçeya Cindirêsê bombebaran kirin. Li bajarê Efrînê tevliheviyeke mezin rû dide û şerên mezin di navbera çeteyan de pêk tên.

(jo)