Xwendekarên Reqayê dest bi ezmûnan kir

Li Reqayê piştî 5 salan xwendekar derbasî ezmûnên xwe yên dibistanê dibin. Ezmûn di nav atmosfereke kêfxweşiyê de derbas bûn, mamosteyan jî hêvî û daxwaza pêşerojeke ronî ji xwendekaran re kir.

Xwendekarên Reqayê dest bi ezmûnan kir
Xwendekarên Reqayê dest bi ezmûnan kir
Xwendekarên Reqayê dest bi ezmûnan kir
Xwendekarên Reqayê dest bi ezmûnan kir
Xwendekarên Reqayê dest bi ezmûnan kir
Xwendekarên Reqayê dest bi ezmûnan kir
6 ÇILE, 2019   12:29

REQA

Xwendekarên Reqayê ku di dema dagirkeriya DAIŞ’ê de ji dibistanên xwe dûr ketibûn, piştî 5 salan derbasî dibistanên xwe bûn û ji bo sala perwerdeyê ya 2018-2019’an tev li ezmûnan bûn.

Mamosteyê Dibistana Hemîda yê bi navê Abdulezîz El-Mamo diyar kir ku ji ber ku xwendekar ji dibistanê qut bûbûn, wan ders dubare kirin û wiha got: “Xwendekar bi keyfxweşî berê xwe didin ezmûnan.”

Mamosteya bi navê Sekîna El-Cimia jî anî ziman ku 5 meh e ew ji werza yekemîn dersê didin û wiha pê de çû: “Xwendekar di 5 mehan de hatin asteke baş. Ev jî bi saya Komîteya Perwerdeyê û malbatên xwendekaran pêk hat.”

Her wiha xwendekarê bi navê Muhend El-Zahir jî got ku ew ji bo vegerandina wan a dibistanê spasiya Komîteya Perwerdeyê û mamosteyên xwe dikin.

(ekîb)

ANHA