Îran û Rûsya dê li Deryaya Xezarê tetbîqatê bikin

Hate ragihandin ku Îran û Rûsya amadekariyê dikin ku li Deryaya Xezarê tetbîqateke hevpar bikin.

Îran û Rûsya dê li Deryaya Xezarê tetbîqatê bikin
6 ÇILE, 2019   09:37

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa nûçeyan a Îranê Mehrê, fermandarê Hêzên Deryayî yên Îranê Huseyîn Hanzadî diyar kir ku Rûsya û Îran amadekariyan dikin ku li Deryaya Xezarê tetbîqateke hevpar bikin.

Amîral Hanzadî diyar kir ku “tetbîqata taktîk, rizgarkarî û têkoşîna li dijî korsanan" dê di demeke nêz de were kirin.

Fermandarê Hêzên Deryayî yê Îranê ragihand ku dê tu carî destûrê nedin ku hêzên li derveyî herêmê dest li Xezarê werdin û wiha got: "Li ser mijara ewlekariya Xezarê ku deryaya aştî û dostaniyê ye, hemû welat hemfikir in.”

Rûsya û Îranê li Deryaya Xezarê di salên 2015 û 2017'an de gelek caran tetbîqatên hevpar kiribûn.