Şahidê qetilkirina 40 Kurdan li Reqayê û rola Tirkiyê di vê komkujiyê de!

Roj bi roj delîlên têkiliya DAIŞ û Tirkiyê eşkere dibin. Dewleta Tirk bi armanca pêkanîna planên xwe bi awayekî eşkere rastiya desteka xwe bi komên terorîst û tundraw re diyar dike. 

Şahidê qetilkirina 40 Kurdan li Reqayê û rola Tirkiyê di vê komkujiyê de!
6 ÇILE, 2019   08:33

KOBANÊ

Ehmed El-Salih (85) bi çavên xwe dibîne ku çeteyên DAIŞ`ê 40 kes ji şêniyên pêkhateya Kurd li bajarê Reqayê ser jê kirin. El-Salih bi bîr xist ku di wan bûyeran de destê Tirkiyê jî heye. Ew bûyer di sala 2014`an dema ku DAIŞ derbasî bajarê Reqayê dibe, pêk tê.

El-Salih wiha axivî: “Beriya 3 salan dema ku ez li bajarê Reqayê bûm, DAIŞ`ê komkujiyek pêk anî, min bi çavên xwe dît. DAIŞ`ê 40 kes ji şêniyên Kurd anîn Çerxerêya El-Saa ya bajarê Reqayê û ew ser jê kirin û çeteyên ku komkujî pêk anîn bi zimanê tirkî diaxivîn.”

Li gorî ku Ehmed El-Salih diyar kir ku destê Tirkiyê di komkujiya paqijkirina etnîk de heye û ne dûr e yên ku bi tirkî axivîne, endamên îstibarata Tirkiyê bin.

El-Salih destnîşan kir ku bêyî tu sedeman ew bûn qûrbaniyên hovîtiya DAIŞ`ê û wiha got: “Sedemên girtina wan tenê ji ber ku nasnameya wan Kurd bû.”

Tirkiye bi dîroka xwe ya tijî kuştin û komkujiyên etnîk li hember Kurdan tê naskirin. Mînaka herî berbiçav jî kiryarên Tirkiyê yên li Efrînê ne.

Ehmed El-Salih da zanîn ku DAIŞ`ê mal û milkên Kurdên li Reqayê talan kirin û wiha dewam kir: “Di nava kesên ku DAIŞ`ê kuştin de, xizmê min Mistefa Çawîş li bajarê Girê Spî hate girtin û kuştin. Ji ber kiryarên DAIŞ û Tirkiyê li ser şêniyên Kurd li herêmê, me xak û milkên xwe terk kir û li Kobanê li gundê Til Hacib rûniştin.”

Çeteyên DAIŞ`ê bajarê Reqayê di sala 2014`an de dagir kir, QSD`ê jî di 17`ê Cotmeha sala 2017`an bajar rizgar kir.

(jo)

ANHA