Piştî 18 salên bi êş…

Di bin zextên malbatê de bi zilamekî ku 15 salan jê mezintir re tê zewicandin. Bi vê yekê Hesna Hemo di temenê xwe yê zarokatiyê de bar û berpirsyariya zewacê hildigire. Tevî keça xwe li hember tundiya bedenî û derûnî li ber xwe dide heta ku Kongreya Star mafên wê diparêze.

Piştî 18 salên bi êş…
Piştî 18 salên bi êş…
6 ÇILE, 2019   08:48

FÎDAN ABDULLAH - TÛLÎN HESEN / EFRÎN

Jin di encama zewicandina di temenên biçûk de û ji ber ku zilam bi gelek salan ji wan mezintir in, êş û azarên zêde di jiyana xwe de dikişînin. Di encama şaşnaskirinê û zîhniyeta baviksalarî de jin rastî hemû cureyên tundiyê hatine.

Welatiya bi navê Hesna Hemo 36 salî ye û ji şêniyên gundê Birc Qas ê girêdayî navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ye. Hesna di temenê xwe yê biçûk de û di bin zexta malbatê de bi zilamekî ku bi 15 salan jê mezintir re tê zewicandin. Lê piştî ku Hesna Kongreya Star nas dike û kongre alîkariya wê dike, qelsiya xwe vedigerîne vîn û îradeyê û mafên xwe yên ku jê bêpar mabû ji nû ve bi dest dixe.

Hesna çîroka zewicandina xwe di temenekî biçûk de, sedemên wê û deteyên tundiya ku rastî wê hatiye, vedibêje.

Hesna wiha dest bi serpêhatiya xwe kir: "Di 10 saliya min de, bavê min mir. Ez ji xwendinê qut bûm û 13 saliyê de bi kurê apê bavê min re ku 15 salan ji min mezintir e, bi zorê û bin zexta malbatê de ez zewicandim.”

Di temenekî biçûk de berpirsyariya zewacê hildigire

Hesna serpêhatiya xwe wiha domand: "Wê demê min nedizanî berpirsyariyên ku min li hember hevser û malê çi ne. Dijwariya berpirsyariyên ku ji min di temenê zarokatiyê de dihatin xwestin, ez xistim nav jiyaneke dijwar. Min hewl da hemû pêdiviyên wê bînim cih. Lê li beramberî hewldanên min tenê ez rastî tundiyê dihatim. Ji ber ku xizmê min e û da ku pirsgirêk dernekevin min nedikarî ji malbata xwe re zehmetiyên ku ez dikişînim bibêjim. Heta ku em bi hev re bi mehan nediaxivîn.”

Ji ber zehmetî û astengiyên derbas kirine û di encama zexta derûnî de, Hesna di 18 saliya xwe de di dema zayînê de zarokekê wê ji ber diçe. Piştre keça xwe ya bi navê Gulistan tîne û niha ew 19 salî ye. Zarokê sêyemîn ji ber zextên hevserê wê di 5 mehiya zayînê de dimire. Tevî wê jî Hesna ji ber rewşa ku tê re derbas bûye, ji çavê xwe yê çepê astengdar bûye. Çavê wê yê çepê ji yê rastê biçûktir e. Li gorî gotinên Hesnayê, bijîşkan gotiye ji ber zextê û tansiyonê çavê wê dê mîna berê venegere.

18 salên êş û zehmetiyan

Hesna destnîşan kir ku di dirêjahiya 18 salan de gelek zehmetî kişandiye. Hesna diyar kir ku ji ber ferqa salên di navbera wê û hevserê wê de her tim nakokî derdiketin û zilamê wê her tim ji ber ku ew jin e, bi qelsiyê ew bi nav dikir. Tevî wê jî niyeta zewaca duyemîn nakokiyên wan dijwartir kiribûn.

'Qeder'; peyva ku jiyana wê wêran kiriye

Di berdewama vegotina çîroka xwe de Hesna diyar kir ku wê di bin navê peyva 'qeder' de ku xwe pê daye bawerkirin, van zehmetiyan tehemul kiriye û wiha got: "Min xwe pê dida bawerkirin ku divê ez hemû cureyên tundiyê ku derheqê min de tên kirin, tehemul bikim. Ji ber wê min bi tenê li ber xwe dida bêyî ku alîkariya birayên xwe bixwazim.”

Hesna bi bîr xist ji ber ku malê wî tune bû, wê parçeyek erd ji dayika xwe xwestiye û malek ji xwe re lê ava kiriye.

Rêwîtiya koçberbûnê ji başûr ber bi bakurê Kurdistanê ve bi hinceta kar

Di sala 2012'an de Hesna tevî keç û “hevjînê” xwe bêyî dilxwazî bi hinceta kar, diçin gundê Şêxan li Şengalê. Li gorî gotinên Hesnayê, li wir 2 sal û 4 mehan li rex malbatên Êzidî dimînin. “Hevjînê” wê li gel bijîşkekî dixebite û mehane 100 dolar werdigire. Tevî wê jî Hesna diyar kir ku bê alîkariya cîranan rewşa wan dijwar bû. Dema komkujiya Şengalê pêk tê, bi cîranên xwe yên Êzidî re diçin çiyayên Şengalê û li wir 7 rojan dimînin. Paşê 20 rojan li goristana Laleşê dimîn. Piştre li ser daxwaza “hevjînê” xwe diçin Dêrikê û berê xwe didin Tirkiyê. Hesna wiha behsa jiyana xwe ya li Tirkiyê kir: "Li Stanbolê ji ber ku ew temen mezin e, kesekî ew nexist nav kar. Ji ber wê ez neçar mam du danan şev û roj bixebitim û ew jî li pey jinan ketibû da ku careke din bizewice. Piştre biryar da ku biçe Bulgaristanê lê ez razî nebûm. Wê demê ez bi zewaca duyemîn tehdîd kirim, lê min got ez diçim gund. Ji ber ku tiştek pê re tune bû, neçar ma bi min re vegere gund.”

Piştî ku vegerîn Efrîn “hevjînê”wê bi armanca ku bi jineke din re bizewice, parçeyek erd difiroşe û malekê li bajêr dikire. Dema Hesna haya xwe ji mijarê çêdibe, hema yekser li gel Mala Jinan gilî dike. Mala Jinan girtekên pêwîst digire û wî digirin.

Bi rêya Kongreya Star mafên xwe bi dest xist

“Hevjînê” Hesnayê piştî ku ji girtîgehê derdikeve, êrîşî mala Hesnayê dike û li Hesna û keça wê dide. Gulistan direve û xwe digihîne Asayîşê, dema wisa dibe hema “Hevjînê” wê ji navçeyê direve û diçe herêma Niblê.

Hesna destnîşan kir ku doza wê ji Kongreya Star re hate veguhestin û wiha pê de çû: "Kongre li rex min sekinî û alîkariya min kir. Milkiyeta mal da min û li ser daxwaza Gulistanê ew li gel min ma. Her wiha Kongreya Star ji min re karek jî peyda kir.”

Hesna dema ji Tirkiyê vedigere, tevlî avakirina komînan û xebatan dibe. Her wiha tevlî dewreyeke perwerdeyê heta 7 rojan dibe. Girêdayî wê Hesna ev tişt anî ziman: "Dema ez tevlî dewreyê bûm min xwe wek jin nas kir û vîna ku tê xwestin da ku ez mafên xwe bi dest bixim, min girt. Ji ber wê her tim ji min re digot diviyabû min rê ji te re venekira da ku tu jinek kole û bê vîn bimîne.”

Hesna vegotina çîroka xwe wiha bi dawî kir: "Li şûna ku keç bi temenên biçûk werin zewicandin, divê xebatên perwerdekirina jinên ciwan bêne meşandin da ku pêşeroja xwe ava bikin.”

Dayika min ji bo min ewlehî peyda kir

Keça Henayê Gulîstanê jî destnîşan kir ku kiryarên bavê wê bi dayika wê re bandorek neyînî li derûniya wê kiriye û wiha domand: "Ez bi êşa wijdanê dikişand, ji ber ku min nedikarî alîkariya dayika xwe bikim. Gelek caran min hewl dida wê ji bin lepên wî xilas bikin, li min jî dixist. Niha bi saya dayika xwe ez di ewlehiyê de me.”

(şx)

ANHA