Ermenên Efrînê: Tirkiye bi ku ve diçe wêranî û kavilkirin jî li wir e

Ermenan destnîşan kir ku zîhniyeta Tirkiyê ji bilî fikrên qirkirin û înkarkirina gelan tiştekî din nahewîne û got “Tirkiye bi ku ve diçe wêrankirin û kavilkirinê  pêk tîne.” Her wiha teqez kirin berxwedana wan berdewan e heta vegera li Efrînê.

Ermenên Efrînê: Tirkiye bi ku ve diçe wêranî û kavilkirin jî li wir e
6 ÇILE, 2019   07:46

CEFER CEFO - XANDÎ ELO / ŞEHBA

Dewleta Osmaniyan di salên 1915 û 1917‘an de komkujî li ser gelê Ermen pêk anîn û zêdetirî milyon û nîv mirov kuştin, her wiha 600 hezar welatî mecbûrî koçberiyê kirin.

Tirkiye hewl dide dîrokê vegerîne û li ser hesabê gelên din wekî kalikên xwe yên Osmanî serdestiya xwe berfireh bike. Ji ber vê yekê her dem gefên dagirkirina herêmên Sûriyê wekî Efrînê dagir dixwe û fesadiyê tê de belav dike.

Ermenên Efrînê ku şahidiya komkujiyên Tirkiyê li ser sivîlan kirine, komkujiyên dewleta Osmanî yên li dijî Ermenan bi bîr anîn.

Mihemed Xerbî wiha dibêje: "Dîrok li Efrînê dubare dike. Artêşa Tirk hîna zîhniyeta kuştin, rûxandin û koçberkirina sivîlan didomîne. Pêşiyên me digot Osmaniyan gelek kiryarên xirab bi wan kirin, malbatên wan ji hev qetandin, ji ber vê yekê heya niha çarenûsa gelekan ne diyar e. Em nizanin wan xwe ji kuştinê parast û berê xwe da cihekî din an hatin kuştin."

Girêdayî mijarê Mihemed Îbrahîm bal kişand ser jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên Efrînê de û wiha domand: "Pêşiyên me rastî kuştin û koçberkirinê hatin, ji vê yekê hatin Efrînê û bi gel re jiyan heya dagirkeriya Tirkiyê careke din êrîş kir. Tirkiye dixwaze me bikuje û jiyana biratiyê tune bike."

Îbrahîm teqez kir ku Tirkiye bi ku ve biçe, wêrankirin û kavilkirinê bi xwe re dibe, lê nikare vîna wan ji holê rake.

Jina Ermen Bedîa Horo behsa berxwedana wan a li hember êrîşên Tirkiyê kir û wiha axivî: “Me li hember dagirkerî û çeteyan li ber xwe da, em ji balafir û tankên wan netirsîn. Ji bo parastina Efrînê me şehîdek ji malbatê da, lê ji ber tirsa ku careke din komkujiyan pêk bînin, me berê xwe da Şehbayê.”  

Şemsî Xerîb jî destnîşan kir ku Tirkiye dide pey wan da ku wan bikuje û wiha got: “Em ji Tirkiyê xilas nebûn, zîhniyeta wan neguheriye. Ger li ku hebin, kuştin û wêranî jî li wir e, me çi bi wan kiriye? Lê em ê bimînin û li Şehbayê li ber xwe bidin heya em vedigerin Efrînê û ji dagirkeriya Tirkiyê xilas bibin.

(dh)

ANHA