23 rojên çalakiya konvedanê ya Girê Spî

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku ji beriya çend hefteyan ve çalakiyên konvedanê li ser sînorên Tirkiyê li dar dixin, hewl didin dengê xwe bigihînin cîhanê. Her wiha bi rêya çalakiyên xwe tekez dikin ku gelên herêmê gefên Tirkiyê red dikin û dixwazin li herêmên xwe dûrî şer û wêraniyê di nav aştî û aramiyê de bin.

23 rojên çalakiya konvedanê ya Girê Spî
23 rojên çalakiya konvedanê ya Girê Spî
23 rojên çalakiya konvedanê ya Girê Spî
23 rojên çalakiya konvedanê ya Girê Spî
23 rojên çalakiya konvedanê ya Girê Spî
23 rojên çalakiya konvedanê ya Girê Spî
6 ÇILE, 2019   07:34

MIHEMED EL-EHMED / GIRÊ SPÎ

Piştî gefên serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nîvê meha Kanûna borî de, li gel ragihandina rêveberiyê seferberiya giştî, gelên herêmê rabûn ser pêyan.

Li tevahiya bajarên herêmê xwepêşandanên protestoyî hatin organîzekirin. Çalakiyên konvedanê li ser sînor li bajarên Serêkaniyê, Girê Spî û Kobanê bi armanca teqezkirina berxwedanê li hember her êrîşekê û redkirina dagirkeriyê hatin lidarxistin.

Di vê çarçoveyê de li bajarê Girê Spî li taxa El-Munbetîha ya nêzî sînorên Tirkiyê di 16'ê Kanûna 2018'an de çalakiya konvedanê hate organîzekirin. Ji wê dîrokê ve şêniyên Girê Spî çalakiya xwe didomînin.

Tevî rewşa hewa ya dijwar, lê dîsa jî rojane bi sedan şêniyên herêmê bi hemû pêkhateyên xwe yên Kurd, Ereb, Tirkman û Ermen serdana kona çalakiyê dikin. Çalakiyên konvedanê ji saet 9.00’ê sibê heta 17.00’ê êvarê didomin.

Bi beşdarbûna tevahiya pêkhateyên herêmê di çalakiyê de, redkirina gefên Tirkiyê û nerastiya îdiayên Tirkiyê xuya dibin. Tirkiye her tim hewl dide fîtneyan di navbera pêkhateyên herêmê de li ser bingehên bawerî, nîjadî û tundrewî derxe.

Gelek çalakî di bin kon de tên organîzekirin. Hin caran berpirsên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê axaftinan dikin û hin carên din jî berhemên hunerî ji stran û şanoyê tên pêşandan.

Çalakger ji çalakiyên xwe armanc dikin ku ji cîhanê re rastiyê xuya bikin ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê mudaxeleyên Tirkiyê di herêmên xwe de red dikin û wê mîna dagirkeriyê dihesibînin, ji lew re ew amade ne li hember her êrîşekê bisekinin.

Girêdayî mijarê yek ji jinên ciwan ku tev li çalakiyê bûne ya bi navê Şadye Hec Elî destnîşan kir ku bi armanca redkirina gefên Tirkiyê dê çalakiyên xwe bidomînin û dê rê nedin tu aliyekî derve mudaxeleya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku bi xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin, bikin.

Şadye wiha domand: "Rast e zivistan e û rewş dijwar e. Lê ew ê vîna me neşikîne. Ji ber ku em yek gel in û em hewl didin dengê xwe bigihînin cîhanê ku em di nav aştî û aramiyê de ne. Em naxwazin dewletên derve mudaxeleya kar û barên me yên hundirîn bikin.”

Ji aliyê xwe ve çalakgerê bi navê Ebid El-Sibêî El-Cedû wiha axivî: "Bi rêya çalakiya xwe em dixwazin nêrînên xwe derbirin. Tevna niştîmanî ya gelên herêmê dê li hember êrîşên berberî û hovane bisekine.”

El-Sibêî destnîşan kir ku dewleta Tirk baş dizane ku pêkhateyên herêmê mudaxeleya Tirkiyê red dikin û wiha pê de çû: "Gelo Erdogan razî dibe ku welatê wî were dagirkirin? Helbet razî nabe. Wê demê çawa dixwaze xaka me dagir bike! Em razî nabim ku xaka me dagir bike û xwîna sivîlan birijîne."

Girêdayî heman mijarê endama Komîteya Amadekar a çalakiya konvedanê Fatme El-Hemûd destnîşan kir ku pêkhateyên herêmê bê îstiîna tev li çalakiyê dibin.

Fatme diyar kir ku gelên herêmê bi rêya çalakiyê dixwazin dengên xwe bigihînin cîhanê û tekez dikin ku ew mudaxeleya Tirkiyê di herêmê de red dikin.

Di dawiya gotinên xwe de Fatme wiha got: "Em mudaxeleya tu aliyeke derve di xaka ku bi saya xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin, red dikin. Hemû pêkhateyên herêmê yek gel in."

(şx)

ANHA