‘Armanca Tirkiyê qetilkirin û talankirin e’

Çalakiya mertalên zindî ya li dijî gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Serêkaniyê di roja 19’an de berdewam dike. Jinên kantona Qamişlo ku tev li çalakiyê bûn, diyar kir ku armanca dewleta Tirk qetilkirina şênî û talankirina malên wan e.

‘Armanca Tirkiyê qetilkirin û talankirin e’
6 ÇILE, 2019   07:20

HESEKÊ

Çalakiya mertalên zindî ya li dijî gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li Serêkaniyê di roja 19’an de berdewam dike. Îro jî jinên kantona Qamişlo tev li çalakiyê bûn.

Jinên ku tev li çalakiyê bûn, nêrînên xwe der barê gefên serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ji ajansa me re vegotin. Jinên kantona Qamişlo destnîşan kir ku ew dagirkeriya Tirk li ser axa xwe qebûl nakin.

‘Em gelekî berxwedêr in’

Jina bi navê Bediriya Hisên gefên Erdogan ên li dijî herêmê şermezar kirin û wiha got: “Armanca gefan ew e ku aramiya herêmê xirab bike. Ev gef morala me naşikînin, ji ber ku em gelekî berxwedêr in û me berxwedana xwe ji heza şervanên xwe û şehîdên xwe girtiye.” Bediriya anî ziman ku wan bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek serkeftin bi dest xistine û wiha pê de çû: “Em ê bê rawestan axa xwe biparêzin heya ku em dagirkeriyê tune bikin.”

‘Armanc, qetilkirina şênî û talankirina malên wan e’

Jina bi navê Hizbiya Abas jî destnîşan kir ku armanca gefan, kuştina şêniyên herêmê û talankirina malên wan e û gotinên xwe wiha berdewam kirin: “Dewleta Tirk dixwaze herêmê hemûyê wekî Efrînê bike. Nakokiyan di navbera şêniyên herêmê de derxe û herêmê wêran bike. Serkeftinên şervanan û gel bi dest xistine, hişt hêzên cîhanî bi me re hevkariyê bikin. Tevahiya dewletên cîhanî dixwazin hevalbendên hêza me û gelê me bin, ji ber ku gelê me berxwedêr e û me çete têk birin.”

ANHA