Mijarên vê hefteyê yên rojnameyên erebî ev in

DYA'yê metirsiyên xwe girêdayî pêkanîna Tirkiyê komkujiyan der heqê Kurd û kêmneteweyên Sûriyê eger hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne anî ziman. Di heman dema ku serokê Sûdanê bi tenê li beramberî xwepêşandanan maye. Ji aliyê xwe ve serokê wezîrên Lubnanê El-Herîrî destnîşan kir ku ew ê beriya 19'ê Kanûnê hikumetê ava bike.

Mijarên vê hefteyê yên rojnameyên erebî ev in
6 ÇILE, 2019   05:20

NAVENDA NÛÇEYAN

Di hefteya borî de rojnameyên Ereb behsa metirsiyên Amrîkayê girêdayî pêkanîna Tirkiyê komkujiyan li ser Kurd û kêmneteweyên Sûriyê, li rex berdewamkirina pevçûnan di navbera çeteyên Tirkiyê li Sûriyê kirin. Her wiha rewşa Iraqê, xwepêşandanên Sûdanê, aloziya Yemenê û hewldanê Erdogan ji bo derbaskirina aloziya aborî ya Tirkiyê girtin dest.

El-Ereb: Derengxistina vekişanda hêzên DYA`yê rê li ber Tirkiyê û Îranê li Sûriyê digire

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya El-Ereb got: "Dezgehên çapemeniyê yên Amerîkayê li ser zimanê çavkaniyan ragihand ku Trump biryara dirêjkirina dema vekişandina Amerîka ji Sûriyê heta 4 mehan erê kir. Çavdêran ji rojnameyê re got biryara Trump a vekişandina hêzên Amerîkayê, dê derbasbûna Tirkiyê nava Bakurê Sûriyê bisekinîne. Her wiha dê çareseriya siyasî di navbera hemû aliyên şer li qada Sûriyê de bi lez pêk were û belavbûna Îranê li Sûriyê bisekine.”

Şerq El-Ewset: Washington ditirse ku piştî ew ji Sûriyê vekişin, Tirk Kurdan qetil bikin

Rojnameya Şerq El-Ewset behsa mijara Sûriyê kir û wiha got: "Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo roja Pênşemê ragihand ku Amerîka ditirse piştî ew ji Sûriyê vekişin, Tirk Kurdan qetil bikin, Washington jî hewl dide piştî ku hêzên xwe ji bakurê Sûriyê vekişînin, ev yek çênebe.”

Pompeo ji malpera Newsmax a Amerîkayê re wiha axivî: “Mîsogeriya ku Tirk Kurdan nekujin û parastina hemû kêmneteweyan li Sûriyê, ji erkên girîng ên Amerîkayê ne. Wezîrê karên derve der barê dema vekişandina leşkerên Amerîkayê ji Bakurê Sûriyê, tu agahî nedan.”

El-Ereb: Şerê tunekirinê yê di navbera birayên dijminên hev de li Bakurê Sûriyê di bin çavdêriya Tirkiyê de

Rojnameya El-Ereb behsa mijara Sûriyê kir û wiha nivîsand: “Ev çend roj e li Bakurê Sûriyê di navbera komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê de şerekî giran rû dide. Di encamê de bi dehan şervan û sivîl hatin kuştin. Di vê demê de ku ev şer rû daye, gelek pirsan bi xwe re tîne; gelo hêzên derve li pişt van tevgeran in?”

Rojnameyê bi berdewamî wiha got: "Çavdêr dibînin ku dibe ev şer bi fermana Tirkiyê pêk tê. Ji ber ku Tirkiyê nekarî hevpeymana Soçiyê pêk bîne û li hember Rûsyayê di helwesteke zehmet de ye. Her wiha çavdêr dûr nabînin ku Tirkiyê ferman daye Heyet Tehrîr El-Şam ku heta niha di pişt perdeyê de destekê dide wê, êrîşî herêmên di bin kontrola Cebhe El-Weteniye Tehrîr de bike. Li gorî çavdêran armanca Tirkiyê ji vê yekê ew e ku mijara êrîşkirina bajarê Minbicê ji rojevê derxe.”

Her wiha çavdêr tînin ziman ku şerê li Bakurê Sûriyê li gorî berjwendiyên Tirkiyê ye, ji ber ku nekarî êrîşî Minbic an jî Rojhilatê Firatê bike.

Di heman demê de, rojnameyê ev nirxandin kir: "Komên çekdar ên Sûriyê berê jî tecrubeyên xwe yên biêş bi Tirkiyê re hene. Li gorî îtîfaqa Tirkiyê bi Moskovê re, komên çekdar sala 2016`an neçar man dev ji Helebê berdin. Her wiha Enqereyê ji bo vegerandina Xûtayê di bin kontrola rejîmê de, roleke mezin lîst.”

El-Ereb: El-Ebadî buhayê hevlabendiyên Ereb dide

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: “Serokwezîrê berê yê Iraqê Heydar El-Ebadî ji ber hevalbendiya bi DYA û dewletên Kendavê û taybet Siudî û dûrxistina xwe ji Îranê û hevalbendên wê yên Iraqê, buha dide.”

Şerq El-Ewset: Huras El-Dîn êşeke nû ji Iraqê re ye

Têkildarî rewşa Iraqê, rojnameya Şerq El-Ewset ev tişt nivîsansdin: "Piştî ku xetereyeke mezin li Sûriyê çêkir, rêxistina ‘Huras El-Dîn’ ku sala par ji berhamiyên endamên komên girêdayî El-Qaîdeyê li bakurê rojavayê Sûriyê hate avakirin, niha zerarek gihandiye ewlehiya Iraqê.”

El-Ereb: Berhem Salih li Tirkiye û Qeterê ye: Serdanên bên encamên siyasî

Têkildarî rewşa Iraqê, rojnameya El-Ereb wiha got: “Serokê Iraqê Berhem Salih nikaribû hêviyên gelek aliyan bi cih bîne. Heta niha rêveberê Kurd Salih serdana 7 dewletên erebî, herêmî û Ewropayê kir, lê tu encamên berbiçav bi dest nexistine.”

El-Heyat: Hûsiyan vekirina rêya “El-Kîlo 16” red kir... Kmart jî mixabiniya xwe anî ziman

Têkildarî rewşa Yemenê, rojnameya El-Heyat got: “Neteweyên Yekbûyî der barê venekirina rêya “El-Kîlo16” a di navbera El-Hudeyda û Senayê de mixabiniya xwe anî ziman.”

Şerq El-Ewset: Hûsiyên “beşê duyemîn” êrîşî NY’yê kir

Rojnameya Şerq El-Ewset behsa aloziya Yemenê kir û wiha got: “Generalê Hollendî Patrick Commart nexşerê û plan ji hikumet û Hûsiyan re pêşkêş kir, da ku hevpeymana El-Hudeyda pêk bînin.”

El-Heyat: Danûstandinên beşa duyemîn bi redkirina pêkanîna hevpeymanê ji aliyê Hûsiyan ve bi dawî bûn

Têkildarî rewşa Yemenê rojnameya El-Heyat jî wiha nivîsand: "Komîteya koordîneya belavbûna hêzan bi serokatiya Patrick Camera, duh beşa duyemîn ji danûstandinan bi redkirina pêkanîna hevpeymana  Stockholmê ji aliyê Hûsiyan ve bi dawî bû. Hûsiyan red kir ku benderên El-Hudeyda radest bikin û ji bajar derkevin.”

El-Ereb: El-Beşîr bi tena serê xwe li beramberî xwepêşadanan e

Têkildarî serhildanên li Sûdanê jî rojnameya El-Ereb nûçeyeke xwe wiha ragihand: "Li hember serhildanên ku ev zêdetirî 2 hefteyan e têne lidarxistin û roj bi roj berfireh dibin, serokê Sûdanê Umer Hesen El-Beşîr bi tena serê xwe ma.”

Şerq El-Ewset: Beşîr behsa êş û dorpêçê dike û soza çareseriyê dide

Têkildarî rewşa Sûdanê, rojnameya Şerq El-Ewset nûçeyeke xwe wiha ragihand:" Serokê Sûdanê Umer Hesen El-Beşîr li xwe mikur hat ku li welatê wî êş û azar heye, her wiha ji 21 salan ve dorpêç heye.”

El-Heyat: Lieberman ji Filistîniyan re palan Amerîkayê eşkere dike

Têkildarî rewşa Filistinê rayedarên Filistînê ji rojnameya El-Heyat re ev agahî dan: “Wezîrê ewlehiyê yê Îsraîlê Avigdor Lieberman ji rayedarên Filistînê re plana Amerîkayê beriya îstîfakirinê di meha Mijdara borî de, eşkere kir. Rayedarên Filistînê jî got plan avakirina dewleteke Filistinê li Xezayê ye.”

El-Şerq El-Ewsat: El-Herîrî soza avakirina hikumetê beriya 19'ê Kanûnê dide

Her wiha rojnameya Şerq El-Ewset behsa avakirina hikumeta Lubnanê kir û wiha got: “Serokê hikumeta Lubnanê Seed El-Herîrî ji bo avakirina hikumetê di demeke kurt de bi israr e. El-Herîrî hêvî kir ku beriya lûtkeya aborî ya Erebî ku tê payîn 19 û 20`ê Çileyê li Beyrûtê were lidarixistin, hikumet were avakirin.”

El-Ereb: Erdogan ji bo derbaskirina aloziya Tirkiyê ya aborî, pişta xwe dide dewletên ku berê krîza aborî lê heyî

Têkildarî rewşa Tirkiyê, rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: “Dewleta Tirk ji bo derbaskirina aloziya xwe ya aborî xwe dispêre dewletên ku berê kirîza wan a aborî heyî mîna Sûdan, Sûmal, Pakistan û Iraqê."

ANHA