ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06.01.2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06.01.2019
6 ÇILE, 2019   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku bi armanca rizgarkirina Hecînê ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Çalakiya mertalên zindî li Kobanê, Minbic û Serêkaniyê li hemberî gefên Tirkiyê li ser herêmê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê du şehîdan li goristana Şehîd Dijwar oxir dikin, saet 11:30. Ji bo şervanê QSD‘ê Emar Mihemed Xencer konê sersaxiyê li gundê Zîbê tê vegirtin, 11:00. Şêniyên Girkê Legê, Dêrik û Til Koçerê cenazeyê şervanê QSD‘ê Mihemed El-Elî ku di Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bibû li goristana Şehîdan a navçeya Til Koçerê dispêrin axê, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêveberiya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji bo nirxandina geşedanên dawî civînekê ji şêniyên gundê Zehra Ereb re yê navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê li dar dixe, saet 10:00. (Bi WÊNE Û DÎMEN).

- Ermenan destnîşan kirin ku zihniyeta Tirkiyê ji bilî fikrên qirkirin û inkarkirina gelan tiştekî din nahewîne û gotin" Tirkiye bi ku ve diçe wêrankirin û kavlkirinê  pêk tîne"her wiha  teqez kirin berxwedana wan berdewan e ta vegera li Efrînê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Roj bi roj delîlên têkîliya DAIŞ'ê û Tirkiyê re eşkere dibe. Dewleta Tirk bi armanca pêkanîna planên xwe bi awayekî eşkere rastiya desteka xwe bi komên terorîst û tundrew re diyar dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku ji beriya çend hefteyan ve çalakiyên konvedanê li ser sînorên di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de dane destpêkirin, hewl didin dengên xwe bighînin cîhanê ku ku gelên herêmê gefên Tirkiyê red dikin û dixwazin li herêmên xwe dûrî şer û wêraniyê be. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Bi gefxwarinên Tirkiyê yên dagirkirina bajarê Minbicê re û komkirina çekên xwe yên giran li ser sînor, timayên Tirkiyê di dirêjahiya 7 salên aloziyê de derdikevin pêş. Bi taybet piştî lihevkirinên bi dewletên grantor re Rûsya û Îranê li Astana û Soçiyê û qutkirina hêviyên Opozîsyona Sûriyê ji Xûta El-Şerqiyê û Deraayê yên ku dergûşa tevgera aştiyane ya Sûriyê dihat hesbandin, beriya ku were biçekirin û Sûryê veguhere qada şerê navxweyî.

- Di bin zextê malbatê de bi zilemekî ku 15 salan jê mezintir e tê zewicandin. Bi vê yekê Hesna Hemo di temenek biçûk de bar û berpirsyariya zewacê hildigire. Tevî keça xwe li hember tundiya bedenî û derûnî li berxwe dide heta ku Kongreya Star mafên wê diparêze. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- DYA'yê metirsiyên xwe girêdayî pêkanîna Tirkiyê komkujiyan der heqê Kurd û kêmneteweyên Sûriyê eger hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne anî ziman. Di heman dema ku serokê Sûdanê bi tenê li beramberî xwepêşandanan maye. Ji aliyê xwe ve serokê wezîrên Lubnanê El-Herîrî destnîşan kir ku ew ê beriya 19'ê Kanûnê hikumetê ava bike. (BI WÊNE).

CIWAN

-Komîteya Ciwanan a bajaroka El-Elî ya Çelebiyê ji bo piştgiriya çalakiya şêniyên Kobanê û Girê Spî li dijî gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiya piştgiriyê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Hunermedê Kurd Xelîl Xemgîn diyar kir ku piştî dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wekî hemû qadan, qada muzîka kurdî jî xitimî û wiha axivî: “Ji bo ev yek were derbazkirin, divê hunermendên Kurd li gorî rihê demê, li ser nirxên şoreşê xwe nû bikin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA