Li başûrê Xezayê teqîneke mezin rû da

Li rojavayê bajarê Refeh ê Filistînê teqîneke mezin rû da. 5 birîndar bûn û 3 mal bi temamî hatin weşandin.

Li başûrê Xezayê teqîneke mezin rû da
5 ÇILE, 2019   20:41

XEZA

Nûçegihanê me ji Xezayê diyar kir ku teqîneke mezin vê êvarî li rojavayê bajarê Refehê û başûrê Xezayê rû da. Teqîn li mala fermandarekî leşkerî pêk hat. Di encamê de 5 kes birîndar bûn û 3 mal bi temamî hatin rûxandin.

Ekîpên ambulans û parastina sivîlan yekser berê xwe dane cihê teqînê.

Li gorî kadroyên tenduristiyê rewşa birîndaran di navbera navîn û sivik de ye.

ANHA