Çalakiya Serêkaniyê roja 18‘an temam kir

Çalakiya konvedanê ya Serêkaniyê li dijî gefên dewleta Tirk roja 18‘an temam kir.Çalakgeran soza berxwedanê nû kirin.

Çalakiya Serêkaniyê roja 18‘an temam kir
5 ÇILE, 2019   19:34

QAMIŞLO

Çalakî li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de li dijî gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşmeya "Ji terora Erdogan re na, terora Erdogan berdewama terora DAIŞ‘ê ye" hatiye lidarxistin.

Rexmî serme û baranê şande ji deverên cûda yên Cizîrê bi coş diherikin cihê çalakiyê.

Piştî şêniyên navçeya Rojavayê Qamişlo, îro şêniyên navçeyên Rojhilatê Qamişloyê tev li çalakiyê bûn û teqezî li ser berdewama berxwedanê kirin.

Di bin konê çalakiyê de dirûşmeyên silavkirina berxwedana QSD, YPJ û YPG û tilîliyên dayikan û dengên stranên şoreşgerî hatin qîrkirin.

ANHA