‘Em tu car ji gefan natirsin’

Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê bertek nîşanî gefên Tirkiyê yên ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da û got “Bila her kes bizane ku em tu car ji gefan natirsin.”

‘Em tu car ji gefan natirsin’
5 ÇILE, 2019   12:58

TEBQA

Melisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê der barê gefên dewleta Tirk a dagirker ên ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de daxuyaniyek da. Daxuyanî li Pakrewangeha Tebqayê hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê endama saziyê Medîha Mistefa ve hat xwendin.

Medîha diyar kir ku ew soz didin zarokên xwe ku li dijî dagirkeran li kêleka wan cih bigirin û wiha got: “Em wek malbatên şehîdan soz didin ku her yek ji me bibe bombeyek li hember dagirkeran. Bila her kes bizane ku tu carî em ji gefan natirsin.”

Medîha destnîşan kir ku eger pêwîst bike ew ê ji bo rizgariya xaka xwe şehîdan li pey şehîdan bidin.

ANHA