‘Li Idîrê 5 leşkerên artêşa Tirk ku derketibû operasyonê hatin kuştin’

Gerîlayên HPG/YJA Starê li Idîrê li dijî leşkerên Tirk ku derketibû operasyonê çalakî lidar xistin. Di encama çalakiyê de 5 leşkerên Tirk hatine kuştin.

‘Li Idîrê 5 leşkerên artêşa Tirk ku derketibû operasyonê hatin kuştin’
5 ÇILE, 2019   12:48

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyê daxuyaniyek nivîskî da.

HPG’ê di daxuyaniyê de ev agahî parve kir;

 “3'yê Çile artêşa TC'ê ya dagirker li derdora Qereqola Axurî ya Îdirê bi desteka yekîneyên veşartî operasyonek daye destpêkirin Yekîneya ku ji leşkerên dijmin pêk hatî û ya ku derketî operasyonê demeke dirêj ji hêla hêzên me hatine kontrolkirin û 4'ê Çile saet 02.00'an li dijî vê yekîneyê çalakiyek pêk anîne. Hêzên me bi hevdemî li hin mewziyên li qereqolê jî dane. Çalakî ji mesafeyeke nêz hatine kirin û di encamê de tespît bûyî 5 leşkerên dijmin hatine kuştin, di dema çalakiyê de hevalê me Ozgur Ronî yê ku bi qehremanî li dijî hêzên dijmin şer kirî şehîd bûye.

Piştî van çalakiyan artêşa TC'ê ya dagirker bi wesayitên zirxî xwestiye ku destwerdanê li qada çalakiyê bike, lê hêzên me yên çalakiyan derbên serkeftî li wan dane û leşkerên dijmin bêgav mane ku vekişin. Artêşa TC'ê ya dagirker piştî demekê bi desteka helîkoptêrên êrîş kirin û kuştî û birîndarên xwe bi helîkoptêrên Skorskyê rakirine.

Agahiyên nasnameyê yê hevalê me yê şehîd piştî ku zelal  bû bi raya giştî re wê were parvekirin.”