‘Armanca dewleta Tirk ew e ku li herêmê komkujiyan pêk bîne’

Jinên Dêrazorê bang li dewletên cîhanê û Neteweyên Yekbûyî kir ku der barê binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ji bêdengiya xwe derkevin. Her wiha diyar kirin ku divê asta têkoşînê li dijî dagirkeriya Tirkiyê were bilindkirin.

5 ÇILE, 2019   13:05

DÊRAZOR

Rêveberiya Jinan a Dêrazorê bi armanca şermezarkirina gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşek li dar xist. Bi hezaran jinên Dêrazorê, endamên meclisan, rêveberên jin ên bajarokên El-Cezre, El-Kesra, El-Bisêra û El-Sor tev li meşê bûn. Meş ji pêşiya deriyê derketina bajarokê El-Kesra dest pê kir. Di meşê de pankartên bi nivîsên şermezarkirina gefên dewleta Tirk hatin rakirin. 

Di meşê de dirûşmên şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyê hatin berzkirin. Her wiha bang li Neteweyên Yekbûyî û dewletên cîhanê hate kirin ku der barê gefên dewleta Tirk a dagirker de ji bêdengiya xwe derkevin.

Meş li çerxerêya sereke veguherî mitîngê. Di mitîngê de endama Koordînasyona Jinan a Dêrazorê Şehrezad El-Casim axivî û gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin. Şehrezad destnîşan kir ku ew tu carî dagirkeriya Tirkiyê qebûl nakin, tu carî derfet nadin dewleta Tirk a dagirker ku dewleta Osmanî li herêmên ku bi saya xwîna şehîdan hatine rizgarkirin, vejînin.

Her wiha bi navê Komîteya Jinan a Meclisa Qanûnsaz Zehra El-Mehmûd axivî û destnîşan kir ku hemû jinên herêmê bi tundî komployên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî xaka herêmê şermezar dikin ku ji çeteyên ku alîkariya xwe ji dewleta Tirk a dagirker digirin, hatine rizgarkirin.

Jina bi navê Eliya El-Xelef ji şêniyên El-Besîre yê rojhilatê Dêrazorê ye got armanca dewleta Tirk a dagirker ew e ku li herêmê komkujiyan pêk bîne û tevliheviyê di navbera şêniyên herêmê de derxe da ku projeya neteweya demokratîk têk bibe.

(bx)

ANHA