KNK: Partiyên ne ruxsetkirî dikarin buroyên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekin

KNK - Rojava diyar kir ku partiyên ne ruxsetkirî dikarin buroyên xwe li Bakurê û Rojhilatê Sûriyê vekirin û teqezî li ser girîngiya yekitiya Kurdî kir.

KNK: Partiyên ne ruxsetkirî dikarin buroyên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekin
4 ÇILE, 2019   18:31

QAMIŞLO

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê –Rojava vê êvarî kongreyeke çapemeniyê li bajarê Qamişlo li dar xist.

Endamê Desteya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê şaxê Rojava Ebdulkerîm Umer diyar kir ku ew bi Rêveberiya Xweser re civiyane û li ser gelek xalan li hev kirine.

Umer destenîşan kir ku ji xalên ku li ser lihev kirine partiyên ne ruxsetkirî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikarin buroyên xwe li herêmê vekin.

Ebdulkerîm Umer bang li saziyên ragihandinê kir ku erka xwe pêk bînin û zextê li raya giştî bikin û got "Ji ber ku em di qonaxeke dîrokî re derbas dibin gelek fersende tê ku careke din dûbare nebin, ji me tê xwestin em sûdê ji van fersendan bigirin û lêvegera xwe ava bikin."

Umer got "Di serdanên şandeyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, ez jî yek di nav de bûm, ti aliyek navdewletî ji me nexwest ku kurd li hev bicin da ku nûnertiya xwe di qadên navdewletî de bikin."

Umer anî ziman ku yektiya netewî pêwîstiyek e û got "Wekî Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ji destpêka aloziyê ve yekitiya Kurdî banga wan. Di sala 2017‘an de ji bo lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê de me hevdîtinên şêwirî li dar xistin, hewldanên me ji bo yekitiya Kurdî berdewam in."

Umer da zanîn ku ew bi Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser re ji bo serbestberdana siyasî li hev kirine.

Ebdulkerîm Umer di dawiya axaftina xwe de got "Wekî Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê em hewl bin carek, du car, sê car û û deh car em ê serdana aliyên siyasî bikin. Em ne girêdayî ti aliyên siyasî, em sîwaneke kurdistanî ne."

ANHA