Mehmûd: Tişta ku terorîstên wê pêk ne anîn Tirkiyê dixwaze bi xwe pêk bîne

Nûrî Mehmûd got: Hikûmeta Tirkiyê hewl dide armancên ku komên terorîst li Sûriyeyê pêk bînin, pêk bîne û destnîşan kir ku dewletên hazir di Sûriyê de  gorî berjewendiyên xwe yên teng nêzî Tirkiyê dibin.

Mehmûd: Tişta ku terorîstên wê pêk ne anîn Tirkiyê dixwaze bi xwe pêk bîne
4 ÇILE, 2019   19:23

NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Fermî yê YPG‘ê Nûrî Mehmûd îro bibû mêvanê Ronahî Tv. Nûrî Mehmûd rola şêwirmendên YPG‘ê ya rêxistinkirina hêzên leşkerî di rêvebirin û parastina ewlehiya Minbicê de, gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha bicihbûna bi hezaran çete li beramberî bajarê Minbicê nirxand.

Nûrî Mehmûd gefên Tirkiyê li ser bajarê Minbicê û herêmên Bakur û Rojhilatê wekî xelekekê ji xelekên projeya Tirkiyê ya demdirêj bi nav kir ku bi rêya destekdayîna komên terorîst û derxistina şerên navxweyî li herêmên Bakurê Sûriyê destpê kir.

Nûrî Mehmûd bi bîr xist ku bajarê Minbicê û gundewarên wê ji aliyê pêkhateyên herêmê ve tê birêvebirin û got "Şandeyên doplomasî ji gelek dewletên cîhanê serdana Minbicê kirin, li kolan û sûkên wê geriyan û ewlehiya wî dikin, ev têrê dike ku cîhanê nas bike ku gelê Minbicê dikare xwe bi rêve bibe."

Mehmûd destnîşan kir ku dewletên hazir di qada Sûriyê de li gorî berjewendiyên tengî nêzî Tirkiyê dibin û anî ziman ku "Berjewendiyên gel û asta xeteriya Tirkiyê li ser civakê ji bîr kirine, nemaze ku Tirkiyê serkêşê herî mezin ê terorê ye û gefan û herêmên rêveberiya xweseriya demokratîk dike yên ku xeteriya terorê li ser tevahî cîhanî rakirine."

ANHA