Di çalakiyên Filistînê de: 15 kes birîndar bûn

15 welatiyên Filistînê ku beşdarî çalakiyên meşa vegerê bibûn bi guleyên hêzên Îsraîlê birîndar bûn.

Di çalakiyên Filistînê de: 15 kes birîndar bûn
4 ÇILE, 2019   17:48

XEZA

Nûçegihanê me ji Xezayê diyar kir ku bi hezaran welatiyên Filistînê li ser bang Desteya Bilind a Niştimanî beşarî Meşa Mezin a Vegerê bûn ku bi navê "Berxwedana ji bo sererastkirinê" li Şirîda Xezayê ya Rojhilat hatibû lidarxistin.

Nûçegihanê me diyar kir ku hêzên Îsraîlê mudaxleya çalakiyê kirin û bombeyên rûndikrêj û guleyên raste rast berdan, di encamê de 15 Filistînî bi guleyan birîndar bûn û bi dehan di bin bandora gazê de man.

Wezareta Tenduristiyê binpêkirinên hêzên Îsraîlê li dijî kadroyên tenduristiyê şermezar kir ku diyar kir ku li rojhilatê Xanê Yûnisê xebatkarekî tenduristiyê bi navê Mihemed Ebû Tiêma di serê xwe de birîndar bû.

Bi hezaran Filistînî li ser peyan û bi wasayît û motorsêklêeta herikîn her pênç wargehên vegerê ji rojhilatê Cibalya li Bakur ta Refehê li Başûr.

Ji destpêka çalakiya meşên mezin a vegerê ve ku 30‘yê Adarê despê kir 253 filistînî jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 22 hear birîndar bûne, di nav de zêdeyî 100 kes lingên wan jêbûne.

ANHA