Meclisa Leşkerî ya Babê: Têkiliyên me bi hêzên sînor re hene

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Babê Cemal Ebû Cûma got di navbera wan û artêşa Sûriyê de li bajarokê El-Erîma hevkarî heye da ku parastina herêmê bikin. Her wiha destnîşan kir ku rojane şêniyên Babê bang li wan dikin ku wan ji kiryarên çeteyan rizgar bikin.

Meclisa Leşkerî ya Babê: Têkiliyên me bi hêzên sînor re hene
3 ÇILE, 2019   09:42

MINBIC

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Babê Cemal Ebû Cûma ji ajansa me ANHA`yê re axivî. Ebû Cûma teqez kir ku di navbera wan û hêzên Sûriyê yên li ser sînor (El-Hecane El-Sûriye) ji beriya sal û nîvekê ve li bajarokê El-Erîme yê rojhilatê bajarê Babê yê Bakurê Sûriyê, hevkarî heye.

Ebû Cûma teqez kir ku armanca êrîş û gefên dewleta Tirk li ser herêmê ku aramî û ewlehiya herêmê têk bibe û bi taybet ji 13`ê Kanûnê ve dema ku dest bi gefên li dijî herêmê kir.

Ebû Cûma destnîşan kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker hewl didin hêzên wan ên li bakurê rojavayê bajarokê El-Erîme tehdît bikin û got çete dixwazin metirsiyan di nava şêniyan de ava bikin.

Ebû Cûma diyar kir ku herî dawî çeteyên dewleta Tirk gundê Boxaz û Bohîc ên rojavayê El-Erîme şevê din kirin hedef, hêzên wan û hêzên parastina sînor ên ku alîkariya xwe ji Rûsyayê digirin, di çarçoveya parastina rewa de parastina xwe kir.

Ebû Cûma teqez kir ku hêzên parastina sînor ên girêdayî rêjîmê hêzên xwe li bajarokê Erîme û derdora wê zêde kirin û heger tu êrîş li ser herêmê çêbin, dê bi hevkariya di navbera wan de, Meclisa Leşkerî ya Minbicê û hêzên sînor dê bersivê bibin.

Ebû Cûma destnîşan kir ku hejmareke mezin ji çeteyan li beramberî El-Erîme û gundewarên Minbicê kom bûne û diyar kir ku agahiya wan ji her tiştê ku li wê herêmê çêdibe heye, dewleta Tirk a dagirker hewl dide jiyana hevbeş, aramî û ewlehiya herêmê tevlihev bike.

Ebû Cûma diyar kir ku piraniya çeteyên ku li wê derê kom bûne, hemû ji gundewarên Hema, Humis, Deraa, Şam û Idlibê ne.

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Babê Cemal Ebû Cûma di dawiyê de got rojane şêniyên bajarê Babê bangewaziyê dikin ku wan ji binpêkirina çeteyên dewleta Tirk a dagirker rizgar bikin, rojane revandin û talankirin li wê derê pêk tê û ji ber wê bi hemû aliyan re dixebitin da ku şêniyên bajarê Babê rizgar bikin.

(bx)

ANHA