Ji ber kêmbûna avê cotkar bîqiyayê diçînin

Ji ber ku çeteyên DAIŞ’ê li Reqayê binesaziya kanalên avdanê wêran kiriye û buhabûna pêdiviyên çandiniyê, cotkarên gundewarên rojhilatê Reqayê neçar ma ku bîqiyayê biçînin. Endamekî Komîteya Çandiniyê diyar kir ku di sala nû de dê toreyên avdanê sererast bikin û piştgiriya cotkaran bikin.

Ji ber kêmbûna avê cotkar bîqiyayê diçînin
Ji ber kêmbûna avê cotkar bîqiyayê diçînin
Ji ber kêmbûna avê cotkar bîqiyayê diçînin
Ji ber kêmbûna avê cotkar bîqiyayê diçînin
Ji ber kêmbûna avê cotkar bîqiyayê diçînin
Ji ber kêmbûna avê cotkar bîqiyayê diçînin
3 ÇILE, 2019   09:33

EHMED EL-ESAF / REQA

Bîqiya şînkahiyek e ku carekê tê çandin û 7 salan li erdê dimîne. Cotkar zeviyên xwe beramberî 5 hezar heya 8 hezar lîreyên Sûriyê ji her donimekê re didin xwediyên sewalan. Lêçûna çandina bîqiyayê kêm e, tenê mehê carekê tê avdan û derdora mehekê sewal lê diçêrin.

Di salên borî de, dema çeteyên DAIŞ’ê herêm dagir kir, binesaziya kanalên avdanê bi temamî xirab kir. Di heman demê de ji ber nepeydabûna pêwîstiyên çandiniyê (tov, semad û sotemenî) û buhabûna heqdestê karkeran, cotkarên rojhilatê gundewarê Reqayê li zeviyên xwe bîqiya çandin.

Zeviyên rojhilatê gundewarên Reqayê gelek berhemdar in, ji ber ku nêzî beravên çemê Firatê ne. Çandina bîqiyayê ji hilberînên xwarinê û pîşeyî nayê hesibandin, bi vê yekê bandor li hevsengiya aboriya herêmê dike. Li herêmê derdora 30 hezar donim bi bîqiyayê hatiye çandin.

Girêdayî mijarê cotkarê bi navê Ehmed El-Elî yê ji herêma El-Kerama diyar kir ku ji ber kanalên avê hatine rûxandin, av tune ye û ew neçarin bîqiyayê biçînin.

El-Elî destnîşan kir ku zeviyên herêmê gelek berhemdar in û berê debara xwe bi çandina genim, ceh, pembo û garis peyda dikirin, lê ji ber bihabûna lêçûna wan, nikarin biçînin. Ji lew re bang li aliyên têkildar kir ku desteka cotkaran bikin û kanalên avdanê sererast bikin.

Tê zanîn ku çeteyên DAIŞ'ê beriya ku ji herêmê birevin, 6 stasyonên avdanê teqandibûn û 100 hezar donim zevî û ji bajarokê Reqa El-Semra heta El-Hos li rojhilatê gundawrê Reqayê bê av mane.

Cotkarê bi navê Abdullah El-Rehîl ê ji herêma El-Kerama wiha got: "Em debara xwe tenê ji çandiniyê dikin. Ji ber pirsgirêkên di kanalên avdanê de av nagihîje ji sedî 70 zeviyan û bi taybet di havînê de. Em bang li aliyên têkildar dikin ku kanal û pompên avê sererast bikin."

‘Em ê kanalên avdanê sererast bikin’

Ji aliyekî din ve endamê Komîteya Çandiniyê ya Meclisa Gel a El-Xerebî ya li herêma El-Kerama Ismaîl El-Milhim diyar kir ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve cotkarên herêmê neçar man bîqiya biçînin û destnîşan kir ku ew ê desteka cotkaran bikin û ava avdanê ji wan re peyda bikin.

(şx)

ANHA