Macron ji Putin re got, Kurdan biparêzin

Serokê Feransayê Emmanuel Macron şevê din bi rêya telefonê li gel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin axivî û Macron ji Putin xwest ku li Sûriyê hêzên Kurdan ên ku li dijî terorîstan şer kirîn biparêzin.

Macron ji Putin re got, Kurdan biparêzin
3 ÇILE, 2019   09:25

NAVENDA NÛÇEYAN

Di heman demê de Macron teqez kir ku, dê li Sûriye şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê bidome û wiha got:" Ev şer hîn jî bi dawî nebuye û li ser erdê di çarçoveya navnetweyî de didome."

Îlîzih diyar kir ku Macron ji Putîn re got: "Divê li herêmê tevlihevî derneyê ji ber terorîst wê ji sûd wergirin." Her wiha got ku: "Divê hêzên hevalbend ên di nava koalîsyonê de bên parastin, bi taybet jî Kurdan. Divê girîngiya pêkanînê paqijkirina Terorê be."

Macron li ser giringiya çaresriya siyasî jî wiha axivî: “Barê destûreke bi bawer li ser mile hemû hêzên peywendîdar e. Divê hilbijartinên azad û eşker di bin çavdêriya Netewên Yekbûyî de pêk were.”

(ekîp)