Şêniyên Minbicê: Dema ku DAIŞ`ê welatê me dagir dikir, Erdogan li ku bû?

Şêniyên Minbicê diyar kir ku destwerdana Tirkiyê di Sûriyê de dagirkerî ye û ev pirs kir: "Dema ku DAIŞ`ê Minbic dagir dikir, gelo Erdogan li ku bû?"

Şêniyên Minbicê: Dema ku DAIŞ`ê welatê me dagir dikir, Erdogan li ku bû?
3 ÇILE, 2019   08:23

SELWA EBDULREHMAN / MINBIC

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ji destpêka 12`ê Kanûnê ve gefên dagirkeriyê li bajarê Minbicê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe û bi hezaran çeteyên xwe li hember van herêman bi cih kirine.

Der barê mijarê de ajansa me nerînên şêniyên Minbicê girtin.

Ciwana bi navê Tehanî Lezîz destnîşan kir ku ew di bajarê xwe de bi aramî û ewlehî dijîn û wiha pê de çû: “Destwerdanên ji derve em red dikin, em nahêlin dewleta Tirk Minbicê dagir bike, em wek jinên Minbicê em ê parastina axa xwe bikin. Em di bin siya Rêveberiya Demokratîk ku şêniyên wê ji Çerkes, Tirkmen, Kurd û Ereb bi rê ve dibin de dijîn û Meclisa Leşkerî ya Minbicê parastina me dike."

Şêniyê bi navê Ehmed El-Mihemed diyar kir ku ew nahêlin Tirkiye bajarê wan dagir bike û wiha got: “Dewleta Tirk bi hincetan dixwaze rawatiya xwe di bajêr de bi cih bike, em niha bi azadî û demokratîk dijîn. Destwerdana Tirkiyê di Sûriyê de dagirkerî ye.”

El-Mihemed pirs kir û wiha got: "Dema ku DAIŞ`ê welatê me dagir dikir û gelek komkujî û binpêkirin pêk dianîn, Erdogan li ku bû? Erdagon dixwaze armancên xwe yên şexsî di Minbicê de pêk bîne, armanc hedefgirtina ewlehî û îstîqrara gel e û vejandina hikmê Osmaniyan di herêmên me de û nexşeyeke nû ji Sûriyê re ye. Lê belê ev yek dê tu carî pêk neyê.”

Her wiha jina ciwan a bi navê Henaa bi zimanekî tund bertekên xwe nîşan dan û wiha got: “Em niha di Minbicê de bi hemû pêkhateyên wê dijîn, em nahêlin destwerdanên ji derve pêk werin. Em nahêlin çeteyên ku ji aliyê Tirkiyê ve tên birêvebirin, bikevin bajarê me, bajarê me bi xwîna şehîdan hate avdan. Ez bang li gelê Minbicê dikim li hember destwerdanên ji derve bibin yek.”

(jo)

ANHA