'Berxwedan, tekane rêya şikandina dagirkeriyê ye’

Şêniyên Efrînê gefên Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û got "Berxwedana gelê herêmê tekane rêya şikandina dagirkeriya Tirkiyê ye.”

'Berxwedan, tekane rêya şikandina dagirkeriyê ye’
3 ÇILE, 2019   08:14

 CAFER CAFO – XANDÎ ELO / ŞEHBA

Şêniyên kantona Efrînê gefên êrîşê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûryê şermezar kirin. Şêniyên Efrînê got wan li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên hovane ku li ser Efrînê berxwedaneke bêhempa nîşan da û heta ku berxwedana wan wek “Berxwedana Serdemê” heta binavkirin.

Di van demên dawîn de herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastî gefên Tirkiyê yên domdar tên. Dewleta Tirk hewl dide êrîşî herêmê bike. Hindek dibînin ku pêwîst e hêzên Amerîkayê li herêmê bimînin da ku rê li ber êrîşan bigirin. Lê nêrîna şêniyên Efrînê di vê mijarê de cuda ye û tekez dikin ku berxwedana şêniyên herêmê têrê dike ku êrîşên artêşa Tirk a dagirker bişikînin.

Girêdayî mijarê şêniyên Efrînê yên ku li Şehbayê li ber xwe didin û tecrubeya berxwedanê li hember artêşa Tirk a dagirker nîşan dane, nêrînên xwe ji ajansa me re parve kirin.

‘Jiyana hevbeş naçe xweşa Tirkiyê’

Welatiyê bi navê Ednan Tarî got dewleta Tirk li ku derê be wêraniyê belav dike û wiha domand: "Beriya dagirkirina artêşa Tirk û çeteyên wê, Efrîn di nava ewlehî û aramiyê de bû. Efrînê ji koçberan re hemêza xwe vekiribû. Lê jiyana hevpar û biratiya gelan ne li kêfa dewleta Tirk a dagirker bû, ji lew re bi armanca têkbirina aştî û demokrasiya herêmê êrîşî Efrînê kir. Me 58 rojan li hember êrîşên dewleta Tirk li ber xwe da."

Tarî destnîşan kir ku eger Tirkiyê çek û balafirên NATO’yê bi kar neanîbana, nedikarî Efrînê dagir bike û wiha pê de çû: “Tirkiye bi îdiaya ku wê herêmê rizgar bike, gefan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe, lê di rastiyê de ew dixwaze herêmê dagir bike û dê zilma xwe li ser hemû gelên herêmê bide meşandin.”

‘Hemû cîhan li dijî me bibe yek jî dê berxwedana me qels nebe’

Welatiyê bi nave Hesen Mistefa jî tekez kir ku berxwedana wan berdewam e û gotinên xwe wiha berdewam kirin: “Efrîn a me ye û em ê nehêlin ku kesek wê ji me bistîne. Ta rizgariya Efrînê em ê di nav kampan û malên wêrankirî de li ber xwe bidin û em ê li rex birayên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin. Hevkariya tevahiya cîhanê li dijî me wê israra berxwedanê qels nake."

Her wiha welatiyê bi navê Şaban Silêman îdiayên Erdogan ku ew li ser rêgeza wekheviyê hikum dike derewandin û wiha got: “Efrîn şahida îdiayên wî ye. Erdogan îdia dike ku ew ê wekhevî û demokrasiyê bimeşîne, lê em di Efrînê de beriya ku dagir bike di nav ewlehiyê de bûn. Tirkiye îdia dike ku ji ber hebûna terorê êrîşî Efrînê kir, lê yên ku parastina me dikirin zarokên me bûn, çawa zarên me wê terorîst bin. Tirkiye tevahiya herêmên Efrînê talan û wêran kirin.

Gelo demokrasiya wê di vir de li ku derê ma?"

Şaban gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “Em ji Efrînê derketin û li Şehbayê tevî hemû şert û mercên jiyanê yên dijwar dimînin û dê têkoşîn û berxwedana me didome. Şêniyên ku li Efrînê mane dibêjin ew piştî roj diçe ava ji malên xwe dernakevin." Şaban destnîşan kir ku tiştên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk werin dê ji rewşa Efrînê ne cudatir bin.

(şx)

ANHA