Şervanên QSD`ê ber bi El-Şafaa ve diçin

Şervanên QSD`ê 20 baregehên çeteyan û erebeyeke bombebarkirî teqandin, her wiha 2 tunelên girêdayî çeteyên DAIŞ`ê rûxandin. Di encama şerê şevê din de zêdetirî 10 çeteyên DIAŞ`ê hatin kuştin û şervan ber bi bajarokê El-Şafaa ve bi pêş de diçin.

Şervanên QSD`ê ber bi El-Şafaa ve diçin
3 ÇILE, 2019   07:58

DÊRAZORÊ

Şervanên QSD`ê di çarçoveya Şerê Tunekirina Terorê de li hemû eniyan bi pêş de diçin.

Çavkaniyekî leşkerî ji ajansa me ANHA`yê re ragihand ku şevê din di navbera şervanên QSD`ê û çeteyên DAIŞ`ê de li gundê El-Kemşe yê başûrê rojavayê Hecînê şer derket.

Çavkaniyê leşkerî diyar kir ku di encama şerê şevê din de herî kêm 20 baregehên çeteyên DAIŞ`ê hatin rûxandin, erebeyeke bombebarkirî hate teqandin, 2 tunel û nuqteyeke taybet a çeka doçka ya çeteyên DAIŞ`ê hatin rûxandin.

Li borî çavkaniyê her wiha 10 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin û gelek çek, cebilxane û kel û pelên leşkerî hatin desteserkirin.

Çavkanî teqez kir ku şervanên QSD`ê  ber bi bajarokê El-Şafaa ve bi pêş ve diçin.

(bx)

ANHA