Ji tunehiyê hebûnê diafirîne!

Şêniyên Efrînê ku li Şehbayê dimînin, bi hemû şêwazan berxwedanê nîşan didin. Dayika Esmehan Kerîm ji tunebûnê hebûnê diafirîne. Ji bo ku xwe û zarokên xwe ji sermaya zivistanê biparêze ji betaniyan cilan, kum û goreyan didirû.

Ji tunehiyê hebûnê diafirîne!
Ji tunehiyê hebûnê diafirîne!
Ji tunehiyê hebûnê diafirîne!
Ji tunehiyê hebûnê diafirîne!
3 ÇILE, 2019   07:29

FÎDAN ABDULLAH / ŞEHBA

Di encama êrîşên hovane yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Efrînê de ku teknîka şer a herî pêşketî hat bikaranîn, şêniyên Efrînê piştî berxwedaneke mezin berê xwe da kantona Şehbayê. Şêniyên Efrînê berxwedana xwe li Şehbayê berdewam dikin û di vegera li Efrînê de bi israr in.

Jinên Efrînê tevahiya astengî û zehmetiyan derbas dikin û ji tunebûnê di nav kavilên şer û koçberiyê de jiyanekê diafirînin. Ji wan jinan yek jî Esmehan Kerîm e. Esmehan (30) ji şêniyên gundê Basûtê yê navçeya Şêrawayê ye û dayika 2 zarokan e.

Esmehan di 10 saliya xwe de ji dayika xwe fêrî dirûtina cilan û karên destan dibe û heta niha vê pîşeyê didomîne. Esmehan diyar dike ku ew li herêma Efrînê di nav aramiyê de bû û hemû derfet ji wan re dihat peydakirin.

Lê artêşa Tirk û çeteyên wê bi êrîşkirina Efrînê re di 20'ê Çileya 2018'an de ewlehiya herêmê xirab bû û bi zêdebûna asta topbaranê re malbata Esmehanê mîna bi hezaran malbatên Efrînê neçar ma ji Efrînê derkeve.

Esmehan careke din hemû milkên xwe li Efrînê mîna ku li Helebê li dû xwe hiştiye, hişt û ji Efrînê derket. Girêdayî mijarê dayika Esmehan destnîşan kir ku azar û êşa derketina ji Efrînê bi gelek qatan ji derketina ji Helebê dijwartir e, ji ber ku Efrîn xaka bav û kalên wê ye, ji bo wê gelek fedakarî hatine dayîn.

Esmehan niha li Kampa Serdemê ya kantona Şehbayê dimîne. Li rex bi sed hezaran şêniyên Efrînê li ber xwe dide. Bi hatina zivistanê re û dijwarbûna sermayê wê, Esmehan carek din amûra dirûtina destan bi 10 hezar lîreyên Sûriyê dikire.

Li gel derfetên kêm û tunebûna jêdera qûtê, Esmehan hizra çêkirina cilan, kum û goreyan ji betaniyan afirand.

Esmehan, şelwarên zarokan, gore û kuman bi modelên cuda didirû. Ji ber wê bû meqseda gelek malbatên ku li kampê bi cih bûne. Dayika Esmehan pêdiviyên şêniyan bê pere dibire û li beramberî dirûtina pêwîstiyên şêniyan debara xwe peyda dike.

Esmehan gava xwe wek cureyek din a berxwedanê di pêngava duyemîn a Berxwedana Serdemê de dihesibîne û bi baweriya azadiya Efrînê hemû astengî û zehmetiyan derbas dikin.

(şx)

ANHA