Di nava kavilan de werşeya xwe vekir

Ehmed Hesen piştî ku mala wî di encama topbaranê de wêran bû, tevî şertên şer werşeya xwe ya biçûk bar kir û li ku derê derfetê dibîne vedike û wiha got: “Raste ku çeteyan gelek wêran li dû xwe hiştin, lê em ê taxa xwe vegerînin mîna berê.”

Di nava kavilan de werşeya xwe vekir
Di nava kavilan de werşeya xwe vekir
Di nava kavilan de werşeya xwe vekir
Di nava kavilan de werşeya xwe vekir
Di nava kavilan de werşeya xwe vekir
2 ÇILE, 2019   11:41

HENEN MIHEMED - ROZANA DADO / HELEB

Di sala 2016'an de taxa Şêxmeqsûd rastî hovantirîn êrîş û topbaranên bi çekên giran û sivik ên çetan hat. Ev êrîşên hovane ji sê aliyan ve birin ser taxa Şêxmeqsûd. Piştî êrîşan çend mehan taxa hat rizgarkirin.

Raste êrîşên çeteyan li ser Şêxmeqsûd hatin rawestandin, lê êş, ceng û berxwedana hatî meşandin vedibêjin.

Di kolenek ku hemû avahiyên wê wêran bûyîn de, werşaneyek kardike. Ev werşane ya Ehmed Mihemed Hesen (37) e. Ehmed werşaneya xwe di nava kavilan de vekiriye û rojane pêdiviyên malbata xwe ji werşanê derdixe.

Hesen ji niştecihên kolana El-Muxaberat a di navbera Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de ye. Zewicî ye û 4 zarokên wî hene. Tevî dayik û malbata birayê xwe li malekê dimîne.

Ehmed ji 15 salan ve di pîşeya dirûnê de dixebite. Di dirêjahiya salên borî yên şerên li ser taxê de Ehmed di karê xwe de berdewam dike û tevî kêmbûna kar dest jê bernade.

Bi êrîşên dawîn ên li ser taxê re Ehmed tevî 5 malbatên cîran neçar dimînin ji taxa xwe derkevin û berê xwe bidin rojhilat a taxê ji ber ku di wê demê de ya herî ewle bû û li wir heya  salekê dimînin. Di dirêjahiya koçberiyê de Ehmed heta 3 mehan bê kar dimîne. Lê bi dawîbûna şer re Ehmed ruxmî wêranbûna mala xwe vedigere kolanê û mala xwe ji nû ve restore dike.

Ehmed werşeya xwe ya biçûk bi ku ve diçû bi xwe re dibir û teslîmkarî qebûl nekir. Dema vedigere mala xwe amûrên dirûtinê bi xwe re dibe û di odeyekê de li mala xwe tevî wêranbûna kolanê werşeya xwe vedike.

Niha 7 karker û birayê wî yê zewicî rojê 10 seatan ji bilî roja înê dixebitin û destheqê xwe li gorî miqdara hilberînê digirin.

Ji ber ku kehrebe li taxê hertim tine ye, Hesen jeneratorek peyda kiriye, ji bo kar nesekine û berhemên xwe di demê de amade bike..

Girêdayî mijarê Ehmed Mihemed Hesen ji ajansa me re serpêhatiya xwe wiha rave kir: “Ji zarokatiya xwe ve ez li kolana El-Muxaberat bi cih bûme, di dirêjahiya aloziyê de jê derneketim. Lê di sala 2016'an de dema şer giran bû, ji bo ewlehiya malbatê em çûn aliyê rojhilat ê taxê. Dema êrîş li kolana me disekinîn ruxmê tunebûna mercên jiyanê, em vegerîn kolanê. Ji ber ku em xwediyê vê axê ne. Çendî çeteyan taxa me wêran kiribe jî, lê em dest jê bernadin, em ê tê de bimînin û vegerînin mîna berê."

Di dawiyê de Ehmed hêvî kir ku bila hemû şêniyên taxê vegerin mala xwe û ji nûve vejîn in.

(dh)

ANHA