Artêşa Îsraîlê 15 Filistînî binçav kirin

Hêzên artêşa Îsraîlê 15 Filistînî binçav kirin. Her wiha di hemleya binçavkirinê li Defa El-Xerbî de, 2 ciwanên filistinî bi guleyên hêzên Îsraîlê birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlê 15 Filistînî binçav kirin
2 ÇILE, 2019   12:19

XEZA

Malpera "Wala" ya Îsraîlê ragihand ku artêşa Îsraîlê diyar kiriye ku kesên hatin binçavkirin, beşdarî çalakiyên li dijî artêşa Îsraîlê bûne.

Heman malperê destnîşan kir ku di navbera artêşa Îsraîl û ciwanên Filistînê de li herêma Tobas a bakurê Defa El-Xerbiye, şerên dijwar rû dan. Di encamê de 2 ciwan bi guleyên hêzên Îsraîlê birîndar bûn.

(ekîb)

ANHA