Gelo Erdogan dixwaze herêmê ji şêniyên wê rizgar bike?

Şêniyên navçeya Til Hemîsê diyar kir ku Erdogan dixwaze herêmên Bakurê Sûriyê dagir bike, ji bo vê yekê jî li hincetan digere û ev pirs kir: “Ma gelo Erdogan dixwaze herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji gelê wê rizgar bike?”

Gelo Erdogan dixwaze herêmê ji şêniyên wê rizgar bike?
2 ÇILE, 2019   10:29

ŞEHBA EL-EHMED / QAMIŞLO

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û berpirsên Tirkiyê rojane daxuyaniyan der barê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de didin ku ew ê êrîşî gelê herêmê bikin û Kurd û Ereban rizgar bikin.

Di vê çarçoveyê de şêniyên navçeya Til Hemîsê ku sala 2015`an ji çeteyên DAIŞ`ê hatin rizgarkirin, diyar kir ku ew bi saya gelê herêmê hatin rizgarkirin. Her wiha destnîşan kirin ku ew kesê îdia dike ew ê Kurd û Ereban ji terorîstan rizgar bikin bila baş bizanin Kurd û Ereban bi hev re li dijî terorîstên ku Erdogan li herêmê belav kirin, li ber xwe da û wiha got: "Erdogan bi xwe terorîst e û mînaka wê jî terora wî ya li Efrînê ye."

 ‘Erdogan alîgirê sereke yê terorê ye’

Xalib El-Sadûn ê ji gundê Ekaz ê girêdayî navçeya Til Hemîsê got ma Erdogan dixwaze Kurd û Erebên herêmê ji çi rizgar bike? Erdogan bi xwe alîgirê sereke yê terorîstan e û yekemîn alîgirê çeteyên DAIŞ`ê ye.

El-Sadûn diyar kir ku hemû pêkhateyên herêmê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hev re bi biratî dijîn, Erdogan dixwaze binpêkirinên ku li Efrînê pêk anîn, careke din dubare bike, armanca wî ji vê yeke ew e ku civakê parçe bike û ev yek xewn û xeyalên Erdogan e ku dixwaze di demên dawîn de pêk bîne.

El-Sadûn der barê daxuyaniyên Erdogan de ku dibêje ew ê Kurd û Erebên herêmê rizgar bike, wiha got: "Ma Erdogan dixwaze gelê Sûriyê ji civaka Sûriyê rizgar bike? Em hemû gelê Sûriyê ne û li ser xaka xwe dijîn."

El-Sadûn destnîşan kir ku tu komên terorîst li herêmê tune ne, wan şerê komên terorîstan kir, gelek şehîd dan, xaka herêmê bi saya xwîna şehîdan ji terorîstên ku Erdogan destekê dide wan hate rizgarkirin, terorîstan komkujî pêk anîn, binesaziya herêmê rûxand, gelê herêmê neçarî koçberiyê kir û nirxên civakê binpê kirin.

Abdullrehman El-Hadî yê ji şêniyên navçeya Til Hemîsê ye got ma gelo Erdogan dixwaze gelê herêmê ji çi rizgar bike? Dixwaze herêmê ji şêniyên wê rizgar bike mîna ku li Efrînê kir, gelê Efrînê neçarî koçberiyê kir û li şûna wan çete û malbatên wan bi cih kirin û her wiha destnîşan kir ku Erdogan dixwaze hevgirtina niştîmanî parçe bike.

El-Hadî diyar kir ku tu carî Erdogan nikare îradaye gelê herêmê bişikîne, ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin, ji gefên Erdogan natirsin û wiha dewam kir: "Em pişta xwe didin yekitî û hevgirtina xwe.”

El-Hadî di dawiyê de mesajek ji bo hemû çeteyên ku bi Erdogan re şer dikin, şand ku xwe nekin qurbaniyên vî şerî, ji ber ku tenê ew alav in di destê Erdogan û alîgirên wî de û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em jî gelê Sûriyê û hûn jî gelê Sûriyê ne, werin em bi hev re herêmên xwe ji Erdogan rizgar bikin û bi azadî bijîn."

 ‘Me berdêla azadiyê da’

Ehmed El-Ebawî bavê şehîd Xeys teqez kir ku Erdogan Efrîn ji gelê wê rizgar kir, bi hezaran çete ji hemû herêman anîn û li Efrînê bi cih kirin, gelek darên Efrînê qut kirin û şêniyên wê neçarî koçberiyê kirin.

El-Ebawî destnîşan kir ku gelê herêmê temenê azadiya xwe giranbuha da, bi hezaran şervan şehîd bûn, li dijî terorîstên ku Erdogan ew ber bi herêmê ve şandin şer kirin û wiha bi dawî kir: "Her çi dibe jî lê em amade ne ku parastina xaka xwe bikin. Me bi hezaran şehîd dan û em amade ne ku hîn jî bidin da ku herêm ji terorîstan were rizgarkirin. Herêmên me bi saya xwîn û têkoşîna şehîdan hatine rizgarkirin.”

(bx)

ANHA