Li Danîmarkayê qezaya trenê: 6 kes mirin

Li Danîmarkayê li ser pira ku du giravan bi hev ve dide girê dide qezayek trenê çêbû. Di encamê de 6 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li Danîmarkayê qezaya trenê: 6 kes mirin
2 ÇILE, 2019   10:00

NAVENDA NÛÇEYAN

Li Danîmarkayê li ser pira ku giravên Zealand û Fyn ê bi hev ve dide girêdan qezaya trenê çêbû. Tren ber bi paytexta Danîmarka yê Kopenhag ê ve diçû. Di encama qezayê de 6 kesan jiyana xwe ji dest da.

Qeza li gorî demê herêmî saet 07:30’an de rûda ye. Hat diyarkirin ku parçeyek trena kargo qetiya. Hat zanîn ku ji ber rewşa hewayê ya nebaş ekîbên alîkariyê ji bo biçin cihê bûyerê zehmetiyan dikişînin.