Li Maliyê êrîş

Li gundê Fûlanî Kûlogon ê li navenda Maliyê, di encama êrîşa kesên ku "Kincên nêçirvaniyê yên kevneşop ên Dozo" li xwe kiribûn, 33 kes hatin kuştin.

Li Maliyê êrîş
2 ÇILE, 2019   09:42

NAVENDA NÛÇEYAN

Kesên çekdar ên kincê Dozo yên kevneşop li xwe kiribûn, avêtin ser gundê Kûgolon ê Malî. Ji ber êrîşê 33 kes mirin. Balkêş e, piştî ku hikumetê daxuyanî da ku ji bo jiyana hevpar a gelên li herêmê gav hatiye avêtin, êrîş hate kirin.

Rayedaran diyar kirin ku gelek kes ji ber êrîşê birîndar bûne û malên gelek kesan hatine şewitandin.

Rayedaran ragihandin, kesên ev sûc kirine wê di çarçoveya qanûnên ku niha di meriyetê de ne bên cezakirin.

Kurê Serokdewletê Malî Îbrahîm Bûbakar ku Serokê Komîsyona Parastinê ye Kerîm Keîta diyar kir, li gorî çavkaniyekî ji herêmê, 33 kes ji gelê Fûlanî hatine kuştin.

Tê gotin, êrîş ji aliyê nêçirvanên ji gelê Dogonê ve hatiye kirin.