ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02.01.2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02.01.2019
2 ÇILE, 2019   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku bi armanca rizgarkirina Hecînê ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Çalakiya mertalên zindî li hemberî gefên Tirkiyê li ser herêmê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Kobanê û Serêkaniyê didomin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-'Dagirker nabe xilasker û rizgarker' bi vê gotinê şêniyên navçeya Til Koçerê gefên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û teqez kirin ku gelê Sûriyê tenê dikare pirsgirêkên xwe çareser bikin û herêmên xwe biparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Zehmetiya koçberên Reqayê ji hev cuda ye. Hin malbatan dema rêwîtiya xilasiya ji DAIŞ'ê ferdekî xwe winda kirine, hin din jî şopên birînên ji ber mayînan heya dawiya jiyanê dê li ser laşê wan xuya be. Malbata Inad El- Elyan yek ji van malbatan e ku rêwîtiyeke bi êş û azaran kişandine ta xwe gihandine navçeya Girê Spî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dema çeteyan êrîşî Şêxmeqsûd kirin mala wî topbaran kirin, lê teslîmkarî nepejirand û kargeheke biçûk a dirûtinê li kolana kavilkirî de vedike, dibêj "Çeteyan tax wêran kirin, lê em ê taxê vgerînin wekî berê. (BI WÊNE Û DÎMEN)."

- Şêniyên Efrînê ku di nav kampên Şehbayê de dimînin teqez kirin ku ew ê tevahiya astengiyan bi taybet demsala zivistanê û barîna baranê derbas bikin. Her wiha destnîşan kirin ku ta rizgarkirina Efrînê û vegera wan ew ê li Şehbayê li berxwe bidin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Jina bi navê Hûriye rexmî şerên dijwar bê hêvî nema. Lê bi saya keda Kongreya Star û xebata wê, jiyana Hûriyê hate guhertin û êdî hêza xwe ku di encama şertên şer de winda kiriye ji karê di kongreyê de digire. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk li navçeya Til Sosîn pêşangeheke wêneyan ku zarokên Efrîn û Şehbayê xêz kirine vedike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Hêzên Parastina Civakî ji bo ku civaka herêmê ji her rewşek awarte re amade be, dewreyên bikaranîna çekan ji şêniyan re vedike. Her wiha amadekariyên xwe li ser astên bilind di nav taxên bajar û navçeyên herêmê dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA