Li gundewarên Helebê komên çete bi hev ketin: Sivîlek hate kuştin

Li bajarê Daret Eza çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam û Nûredîn El-Zengî de bi hev ketin. Tê gotin ku hemşîreyek nexweşxaneya Kînanayê hate kuştin.

Li gundewarên Helebê komên çete bi hev ketin: Sivîlek hate kuştin
1 ÇILE, 2019   20:16

ŞEHBA

Çavkaniyekî taybet ji herêmê diyar kir ku li bajarê Daret Eza yê dikeve rojavayê Helebê ji saetên piştî nîvro ve heya niha di navbera çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam û Nûredîn El-Zingî de şer rû dide.

Çavkaniyekî din diyar kir ku konvoyeke çeteyên Furqeya 9 û Tûgeya Siqûr El-Şam tevî 20 erebeyên doçka li ser ber bi bajarê Daret Eza ve çû da ku destekê bide çeteyên Nûredîn El-Zingî.

Hate ragihandin ku di toparana çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam de hemşîreyê nexweşxaneya Kînana ya Daret Eza bi navê Mehmûd Hilo hate kuştin.

Sedema şer nehate naskirin.

ANHA