Di navbera çeteyên dewleta Tirk û Meclisa Leşkerî ya Babê de şer rû dide

Li gundewarên rojhilatê Babê di navbera şervanên Meclisa Leşkerî ya Babê û çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker de şer rû dide.

Di navbera çeteyên dewleta Tirk û Meclisa Leşkerî ya Babê de şer rû dide
1 ÇILE, 2019   21:06

MINBIC

Nûçegihanê me herêmê ragihandin ku komên çete yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker êrîşî  gundên Biwêhîc û Bû Xaz ên girêdayî bajaroka Erîma yê rojhilatê bajarê Babê kirin.

Nûçegihanên me diyar kirin ku şervanên Meclisa Leşkerî ya Babê bersiva êrîşan da, li ser vê yekê di navbera herdu aliyan de şer rû da.

Rexmî ku hêzên rêjîma Sûriyê li wir in jî şerê di navbera herdu aliyan de didome.

ANHA