Li Afganistanê êrîşaTalîbanê: 21 erkdarên ewlekariyê hatin kuştin

Di êrîşeke ya Talîbanan a li Afganistanê de 21 erkdarên ewlekariyê hatin kuştin.

Li Afganistanê êrîşaTalîbanê: 21 erkdarên ewlekariyê hatin kuştin
1 ÇILE, 2019   18:05

NAVNEDA NÛÇEYAN

Talîbanan li dijî hêzên ewlekariyê yên li herêma Sar-el Pul a dikeve nêzî başarê Sayad a Afganistanê êrîşe kirin. Di êrîşê de 21 erkdarên ewlekariyê hatin kuştin. Hate ragihandin ku herêma Sar el-Pûl ji aliyê bi sedan Talîbanan ve hatiye dorpêçkirin.

Walî Zahîbûlllah Amanî got: “Dijimin ji derveyî bajar çeperan didane. Me hêzên leşkerî yên li bajar kom kirin, lê ji derve teqwiyeyek nehatiye.” Amanî diyar kir ku welatî bi fikar in.

Hate ragihandin ku êrîşên Talîbanan bîrên petrolê yên li bajar û bajar dikin hedef.