Komîteyeke ku bi hemû partiyên Kurd têkeve nava têkiliyê hate avakirin

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK )şaxê Rojava bi armanca yekîtiya Kurd û danîn stratejiyekê ku rê li ber xeteriyên li dijî Kurd û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê were girtin, komîteyeke ku bi hemû partiyên Kurdî têkeve nava têkiliyê ava kir.

Komîteyeke ku bi hemû partiyên Kurd têkeve nava têkiliyê hate avakirin
1 ÇILE, 2019   17:42

QAMIŞLO

Bi insiyetîfa Desteya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) şaxê Rojava bi armanca nîqaşkirina rêbazên vedîtina çareseriyên avakirina yekîtiya refa Kurd û rêgirtina li ber xeteriyên ku hebûna Kurd li Rojava û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tehdîd dike, îro li navenda Têkîliyên Dîplomasî ya li bajarê Qamişlo civînek li dar xist.

Piraniya endamên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê şaxê Rojava tev li civînê bûn. Beşdaran xeteriyên ku  herêm û hebûna Kurd tehdîd dike di serî de gefên dewleta Tirk a dagirker yên domdar gotûbêj kirin. Her wiha pêwîstiya avakirina yekrêziya Kurd bi awayekî lezgîn teqez kir da ku siyasetek û stratejiyek Kurdî ku berjewendî û hebûna Kurd li Rojava diparêze bê dayîn.

Beşdaran her wiha teqez kirin ku pêwîste nakokiyên tengî bidin aliyekî û nîqaşên cidî ji bo avakirina yektiyê destnîşan kirin.

Di dawiya civînê komîteyeke ku bi hemû partiyên Kurd têkeve nava têkiliyê hate avakirin.

Komîteyek ji 5 endamên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanî ya şaxê Rojava hate avakirin. Endamên Komîteyê ev in: Endamê Meclisa Rûspiyên Dêrikê Şêx Sînan Ehmed, Serokê Yekîtiya Nivîskarên Sûriyê Dilawer Zengî, endamê Desteya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanî Ebdulkerîm Umer, Derya Remadan û doktorê şûnwar û mamosteyê zanîngeha Rojava Silêman Ilyas.

Girêdayî mijarê endamê Desteya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Ebdulkerîm Umer ji ajansa me re diyar kir  ku armanca sereke ya insiyatîfa kongreyê, avakirina yekîtiya Kurd li herêmê ye da ku rê li ber xeteriyên li dijî gelê Kurd li herêmê bên girtin.

Tê payîn ku komîteyê encamên civînê bi daxuyaniyekê ji raya giştî re sibe Çarşemê eşkere bike.

(şx)

ANHA