Şêniyên Til Koçer: Dagirker nabe rizgarker

'Dagirker nabe xilasker û rizgarker' bi vê gotinê şêniyên navçeya Til Koçerê gefên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û teqez kirin ku gelê Sûriyê tenê dikare pirsgirêkên xwe çareser bikin û herêmên xwe biparêzin.

Şêniyên Til Koçer: Dagirker nabe rizgarker
2 ÇILE, 2019   05:20

LÎNA CANGÎR / QAMIŞLO

Daxuyaniyên serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan ku dibêje ew ê "Gelê herêmê Kurd û Ereb rizgar bike" rastî nerazîbûnên pêkhateyên herêmên Bakurê Sûriyê hatin. Şêniyên navçeya Til Koçer a girêdayî kantona Qamişlo gef û îdiayên Tirkiyê şermezar kirin û teqez kirin ew bi azadî dijîn û li gorî rêbazên Netewa Demokratîk xwe bi rêve dibin.

Girêdayî mijarê welatiyê bi navê Newaf El-Xedan got: "Bi navê pêkhateya Ereb û tevahiya êlên Til Koçerê em gefên Tirkiyê şermezar dikin û bang li gelê Tirkiyê dikin ku destwerdana Tirkiyê li ser herêmên me bisekinînin."

Newaf destnîşan kir ku ew li herêmê xwe bi xwe rêve dibin û herêmê nehatiya dagirkirin heta ku Erdogan îdia bike ku ew ê herêmê ji terorê rizgar bike. Newaf got, dagirker nikare bibe xilasker û rizgarker.

Di berdewama gotinên xwe de Newaf rastiya gefên Tirkiyê yên dagirkeriyê bi bîr xist û diyar kir ku dagirkirina Efrînê û koçberkirina şêniyên wê isbata rastiya plan û armancên Tikiryê eşkere dike.

Newaf di dawiya gotinên xwe de gefên Tirkiyê li dijî herêmê şermezar kir û ev tişt got: "Na ji dagirkeriya Tirk a hovane re. Eger hate xwestin em ê xak û rumeta xwe biparêzin. Bi saya QSD'ê yên ku xak û rumeta me diparêzin em di nav aştiyê de ne."

Ji aliyê xwe ve welatiyê bi navê Fewaz El-Reid binpêkirinên Tirkiyê li herêmên dagirkirî destnîşan kir û got: "Me dît çi bi serê herêmên dagirkirî ji wêrankirin û koçberkirin kirin. Erdogan nikare xakeke ku ne ayidî wî be rizgar bike û niha îdia dike ku ew ê herêmên me ji çeteyên xwe rizgar bike. Wek pêkhateyên gelê Sûriyê em ê bi xwe pirsgirêkên xwe çareser bikin û ji aloziyê xilas bibin."

Fewaz di berewama axaftina xwe de bal kişand ser azadî û demokrasiya di bin bangê rêveberiya xweser de û wiha pê de çû: "Bi saya tecrubeya Rêveberiya Xweser me azadiyê û demokrasiyê nas kirin. Em ê hewl bidin û bixebitin da ku ev serkeftin berdewam be. Em bang li tevahiya dewletan û raya giştî dikin ku serdana Bakurê Sûriyê bikin û demokrasiya herêmê bibînin."

Welatiyê bi navê Fener El-Feysal ji aliyê xwe ve anî ziman ku ew ji ji daxuyaniyên Erdogan ku "Dê gelê herêmê Kurd û Ereb rizgar bike" bi surist e û wiha got: "Erdogan îdia dike ku wê Kurd û Ereb rizgar bike, gelo ev îdia ji ku derê anî? Bi dagirkirina Efrînê re bi hezaran şêniyên wê da koçberkirin û çeteyên xwe yên Artêşa Azad ku bi eslê xwe ji Sûriyê ne derbasî Efrînê kir. Erdogan bi vê yekê dixwaze fîtneyan di navbera gelê Sûriyê de derbixe."

Têkildarî biryara vekişandina hêzên Amerîkayê Fener ev tişt anî ziman: "Li Ceza, Holê û gelek derverên din me xaka xwe parast û em amade ne destkeftî û xaka xwe ta pêkanîna serkeftinê biparêzin."

(şx)

ANHA