Endamê TEV-ÇAND‘ê Berxwedan Munzur hate bi bîranîn

Endamê Navenda Çand û Hunerê ya Hêzil a navçeya Tirbespiyê Berxwedan Munzur (Rêwan Rêber) di salvegera şehadeta xwe ya 5‘emîn de hate bi bîranîn.

Endamê TEV-ÇAND‘ê Berxwedan Munzur hate bi bîranîn
1 ÇILE, 2019   16:37

QAMIŞLO

Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo endamê Berxwedan Munzur (Rêwan Rêber) ku di pêngava rizgarkirina Til Hemîsê de şehîd bibû di salvegera şehadeta xwe ya 5‘emîn de hate bi bîranîn.

Bîranîn li Akademiya Çand û Hunerê ya Şehîd Yekta Herekol hate lidarxistin. Bi sedan şêniyên navçeyê, endamên tevgerê û hevalên wê beşdarî bîranînê bûn.

Di bîranînê de fîlmek ji derhêneriya şehîd Dilgeş û şehîd Berxwedan  hat pêşkêşkirin. Di fîlm de şehîd Rêwan rola lehengiyê dilîze.

Fîlm behsa qonaxên destpêkê ya Şoreşa Rojava û Bakurê û Rojhilatê Sûriyê, hewldanên hin aliyan ku dixwestin li hemberî ciwanan şerê taybet pêk bînin û herêmê vala bikin dike.

ANHA